Kurdistaniyên li metrepolên Tirkiyê xwe bi navên cihê cihê rêxistinî dikin û li dijî hedefên bereya faşîst a AKP-MHPê çalakiyan pêk tînin. Vê carê jî bi navê Zarokên Agir rêxistiniyekê ragihand ku li Stenbolê çalakiyek pêk aniye. Rêxistiniyê yan jî Înîsiyatîfê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan fabrîkeyeke kîmyewî şewitandine. Di daxuyaniyê de weha tê gotin: "1’ê Gulanê fabrîqeya kîmyewî ya li OSB ya li Tûzla ya Stenbolê şewitandine." Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber ku li nava fabrîkeyê madeyên kîmyewî hebûn, agirekî bi dûman bi fabrîkeyê ketiye û xisareke mezin daye derdorê.