STOCKHOLM / MURAT KUSEYRİ
Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Cizîrê Ebdulkerîm Omer li Stockholmê hevdîtin pêk anîn.
Ebdulkerîm Omer li paytexta Swêdê Stockholmê li buroya Rojava û Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûrî bi nûnerên rêxistinên sivîl, akademîsyen û rewşenbîran re rûnişt.
Omer diyar kir ku dewleta Tirk peyman û qanûnên navdewletî hemûyan binpê dike û dinya hemû zane ku dewleta Tirk di warê mirovatiyê de sûc dike.
Omer destnîşan kir ku bûyerên li Bakurê Kurdistanê di wê potansiyelê de ne, bandorê li ser tevahiya bûyerên li parçeyên din ên Kurdistanê dikin.
Omer bi bîr xist ku li herêmê şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime û xwest Kurdistaniyên li dîasporayê jî bi rola xwe rabin û got, rola we gelek girîng e.
Nûnerê PYDê yê Swêdê Şiyar Elî jî der barê hevdîtinan de da zanîn ku cara pêşiye rêxistin û saziyên Kurd hemû têne cem hev û got, berpirsê maseya Sûrî yê wezareta karê derve Per Eurenius li buroyê Ebdulkerîm Omer ziyaret kir.