Festîval wê li Solnahallenê saet di 17.00 de destpê bike û li gel Kurdistaniyên li Swêdê, wê yên li Danîmarka, Fînlandiya û Norwêcê jî beşdar bibin. Axaftvanê festîvala îsal jî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş e. Li gel Demîrtaş wê nûnerên partiyên siyasî yên Swêdî jî di festîvalê de axaftinê bikin. Her wiha wê Heyva Sor a Kurdistanê jî ji bo Êzidiyan alîkariyê kom bike. Di festîvala ku wê sînevîzyon bê nîşandan de hunermendên Kurd jî wê derkevin ser dikê.
STOCKHOLM