Pîrozbahî li ser banga Partiya Demokrat a Kurdistanê Îran hat lidarxistin û li gel Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, lîdera berê ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat Mona Sahlîn û Serokê Komîteya Kurd Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Gel Fredrîk Malm nûnerên gelek partiyên siyasî beşdar bûn. Di pîrozbahiyê de lîstikên şano yên li ser zext, êrîş û komkujiyên rejîma Îranê li gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, li pêwendiyeke mezin temaşekirin. Di lîstikên ku ji aliyê ciwan û zarokan ve hatin lîstin de, zext û êrîşên li Kurdan tên kirin û darvekirin bi awayekî berfireh hatin vegotin.


Hêza netewî afirand

Di axaftina li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê de hat destnîşankirin ku di têkoşîna serxwebûn, azadî û diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd de, Komara Kurd a Mehabadê ya di 22'ê Çileya 1946'an de hat avakirin, xwedî cihekî taybet e. Hat ragihandin ku li gel temenê xwe yê kurt jî Komara Mehabadê ya bi lîderiya Qazî Mûhammed li parçeyên din ên Kurdistanê di nava Kurdan de rê li ber coşeke mezin vekir û ji bo ronakbîriya Kurdan û yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, erkdariyeke mezin bi cih aniye.

Bêdengiya li dijî zilmê

Seroka berê ya Partiya Karker a Demokratên Sosyal û Alîkara berê ya Serokwezîr Mona Sahlîn jî axivî û diyar kir ku Komara Mehabadê di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Sahlîn anî ziman ku dema ew li cem Kurdan be mîna ku li malê ye û got, "Kurd timî bû parçeyek ji civaka Swêdê û wê her tim jî wiha be." Sahlîn diyar kir ku Swêd jî parçeyek ji Kurdistanê ye û destnîşan kir ku di gerên wê yên li Hewlêr, Silêmanî û Helepçeyê de birînên kûr di dil û mejiyê wê de vekirine û got, "Ji bo gelê Kurd em dikarin hîn bêtir bixebitin. Îro dengê gelek mirovan li pêşberî cezayên darvekirinê, binpêkirinên mavfên mirovan û komkujiyên li Îranê dernakeve. Têkoşîna ji bo mafên mirovan û azadiyê ne tenê pirsgirêka Kurdan a tevahiya mirovahiyê ye. Berpirsyariya her kesî heye."
 
Em deyndarê wê ne

Li ser navê Partiya Keskan a Hawirdorê Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî jî peyivî û destnîşan kir ku Komara Mehabadê rûmeta Kurdan e. Baksî got, "Dema em zarok bûn her tim ji me re digotin dewleta we Kurdan qet çê nebûye. Me li Ewropayê jî tiştên bi vî rengî dibihîstin. Lê belê gelê Kurd di sala 1946'an de dewleta xwe ava kir. Di nava 11 mehan de pêşketinên girîng çê bûn. Em gelek pêşketinên xwe yên îro deyndarên Komara Mahabadê ne." Parlamenterê Partiya Çep Jacop Johnson jî di axaftina xwe de li xwe rewşa dawî ya li Îranê rawestiya.

Têkoşîna Kurdan didome

Johnson diyar kir ku piştî hilbijartinên Serokkomariyê yên li Îranê zext, êrîş û darvekirin zêde bûne û bal kişand ser zext û êrîşên li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan tên kirin. Johnson bibîr xist ku ew di 13'ê Çileyê de weke çavdêr di rûniştina doza KCK'ê de amade bû û got, "Bi hezaran siyasetmedar û rewşenbîr bi sûcdariyên bê bingeh 4-5 salin di girtîgehan de tên ragirtin. Lê belê têkoşîn li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Di vê têkoşînê de Partiya Çep li cem gelê Kurd e."

Hîn jî şewqê dide

Serokê Komîteya Kurd a li Parlamentê û Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Gel Fredrîk Malm jî ev bang li Îranê kir; "Darvekirinan rawestîne, dawî li girtina mirovan, dawî li îşkenceyê bînin. Mafê kesî nîne ku azadiya 10 mîlyon Kurdên li Rojhilat û 70 mîlyon Îraniyên li Îranê bifetisîne." Malm destnîşan kir ku Komaara Kurd a Mahabadê nîşaneya têkoşîna azadiyê ye û anî ziman ku piştî 68 salan jî hînê şewqê dide.
 


MÛRAT KÛSEYRÎ/STOCKHOLM