Kurdistaniyan li ber Komeleya Çanda Kurd a li taxa Frîmhemsplanê hatin cem hev bi 30 wesayîtan li navenda Stockholmê geriyan. Kurdistaniyên li nava bajêr ên çav li alên li konvoyê ketin jî, bi dirûşma "Bijî Kurdistan" piştgirî dan. Kurdistaniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, PJAK, PYD û YPG'ê hildan. Li ber avahiya parlamentê ya li Meydana Mynttorgetê Kurdistaniyan ji wesayîtan peya bûn li ber dahol û zirneyê govend gerandin û îlana xweseriya demokratîk a li sê kantonên Rojava pîroz kirin. Kurdistanî dûre li Komeleya Çanda Kurd kom bûn û di navbera xwe de bûyer û pêşketinên li Rojava û Kurdistanê nirxandin.

Zeynep Açikgoz yê ji Bakurê Kurdistanê ye û 80 salî ye got: "Em azadiya Rojava pîroz dikin. Bila êdî êş, zext û îşkenceya bi salane li me tê kirin, bi dawî bibe. Bila ronahî be, em bi awayekî azad bijîn." Shnah Ghaladarî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye, xwendekar û 28 salî ye jî got: "Mîna hemû gelan mafên me yên bingehîn hene. Gelê Rojava ev mafên xwe bi dest xist.

STOCKHOLM