Kurdên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Hollanda, Belçîka û gelek welatên din ên Ewrûpayê bi rê ketin, danê sibehê li Place de la Boûrse ku avahiya Şaredariya Strasboûrgê lê ye, li hev civiyan.
Bi hezaran kes bernîvro saet di 11:30 de dest bi meşê kirin û ber bi Place Kleber ve meşiyan.
Muslîm: Azadî tenê bi têkoşînê gengaz e
Piştî meşa li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ku bi armanca daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina qeyûmên AKP’ê hate lidarxistin, mîtîng pêk hat. Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm di mîtîngê de axivî û got; “Azadî tenê bi têkoşînê mimkûn e.”
Salîh Muslîm got Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jî li ber xwe didin, wiha dewam kir; “Şervanên Kurdistanê îro li Rojava, Şengalê û bakur şerekî dijwar dimeşînin.”
Muslîm bal kişand ku rêveberiya Tirk ji bilî êrîşên li dijî Rojava, li bakurê Kurdistanê jî destûra ti rêbaz û têkoşîna demokratîk û aştiyane nade, destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê ti rêya din ji gelê Kurd nehatiye hiştin.
Kartal: Ocalan îradeya gel e
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, destnîşan kir ku Ocalan îradeya gel e. Kartal got, “Rewşa Serok Oc alan bi rastî jî pir krîtîk e”, bang kir ku ji bo Ocalan çalakiyan zêde bikin.
Kartal her wiha li ser êrîşên li dijî îradeya gel a li Kurdistanê jî rawestiya, ragihand ku wê gelê Kurd li dijî van êrîşan çokan neşkîne.
Kartal bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo destkeftiyên gelê Kurd tine bike welat bi welat digere, destnîşan kir ku AKP’e dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan bi ser avê xistiye.
Li ser navê Tevgera Jina Kurd a Ewropa (TJK-E) Dilşa Osman axivî û bal kişand ser hewldanên Ocalan a ji bo azadiya jinên Kurd.
STRASBOÛRG