Heftiya Çandê ya Kurd a 1. a Strasboûrgê dî serî de Konseya Kurd a Demokratîk (CDK), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Jinên Ciwan ên Azad, Komeya Jinê ya Zînê, TEV-ÇAN-Fransa bi hevkariya gelek saziyên Kurd pêk tê, her wiha komeleya Ermen AREG jî destekê dide vê xebatê. Heftiya Çandê wê di navbeynda 27’ê Hezîranê-1’ê Tîrmehê de pêk were.
Şaredariya Strasboûrgê jî ji hêla hêwan, teknîkê ve piştevaniya Heftiya Çandê ya Kurd dike. Di vê heftiyê de bernameyên sînameyê, şanoyê, muzîk, folklor, pêşangeh û panêlan wê hebin. Her wiha xwarinên Kurdan jî wê werin nîşandan û ji bo zarokan jî bername hene.
Komîteya Amadekar banga tevlêbûnê kir û got, ‘’Di Heftiya Çandê ya Kurd de, li gel çanda Kurdan, ji bo ku gelên dî yên Kurdistanê jî çanda xwe bidin naskirin û gel bi hev re hewl bidin girîng e. Çalakiyên çandî bingehê têkoşîna dijî bişaftinê ne. Li gel herêma Alsacê em li bendê ne ku ji herêm û bajarên din jî tevlêbûn ji bo Heftiya Çandê ya Kurd çêbibe.’’
NAVENDA NÛÇEYAN