Greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Strasbourgê ku 17’ê Kanûnê dest pê kir, di roja 38’an de dewam dike. Endamên yekîtiya Jinên Sosyalîst ên li Parîsê (SKB), xebatkarên Çira TV û bi dehan Kurdistaniyên ji eyaleta Sachsen a Elmanyayê, bajarên Bremen, Mannheim, Duisburg, Kehl û Offenburgê yên Elmanyayê serdana çalakgeran kir. Ji Hollanda û kantonên Cenevre, Lozan û Sion ên Swîsreyê gelek kesan serdana çalakgeran kir û piştgirî da wan.

Elaqe zêde dibe

Mehmet Alî Yilmaz bi navê girseya ji Swîsreyê axivî û got, “Welatparêzên Kurd ji bo piştevaniyê çi wezîfe bikeve ser milê wan wê bi cih bînin.”

Parlamenterê berê Kemal Aktaş û endamên Komeleya Dostaniya Kurd a Alsaceê jî çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Hunermend Garîp Nûrhak û Sîmar jî moral da çalakgerên li Strasbourgê û stranên xwe yên şoreşgerî ji bo wan gotin.

 

 ANF/STRASBOURG