Şeva pirozbahiyê ji aliyê malbatên ji herama Meresê pirani ji navceya Elbîstanê ku xwedî baweriya Elevî yê li hermê dijîn ve hate organîzekirin. Pîrozbahî roja Şemiyê saet 17:30’an de li navenda Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê bi beşdariya bi dehan malbatan pêk hat.
Di şeva pîrozbahiya cejna Xidir Elyas de,li ser navê malbatan Elî Kisa mafê axaftinê girt û di derbarê cejna Xidir Elyas de agahî da beşdervanan. Elî Kisa di axftina xwe da bal kişand li ser girîngiya Mezopotamya û kevnesopiyên di nav gelên Mezopotamyayê wiha got: “Mezopotamya xwedî dîrokekî qedîme û derguşiya gelek çand û kevneşopiyên ku em îro pîroz dikin kiriye. Felsefeya wê cejnê û wateya wê li ser alîkariya bi kesên fekîre tê naskirin û her wiha di navbera şeva 12’ê sibatê û 13 ê wê tê pîroz kirin. Li gorî efsaneya vê cejnê Xidir Elyas di wê demê de çuyê li ser dilovaniya xwe. Pêwîste wekî gelek kevneşopiyên me yê bi vî rengî ku îro ji aliyê nivşê me yê nû ve nayên naskirin em her sal pîroz bikin da zindî bimîne.”
Pistî axaftina Elî Kisa kurte şanoyek a derbarê Cejna Xidir Elyas ve hate pêşkêş kirin. Di sevê de wekî din komen muzîkê ê heremî jî derketin li ser dikê û bi stran û helbestan xwe reng dane seva pîrozbahiya cejnê. Dîsa di şeva pîrozbahiyê da xwarin û şiraniyên heremî yên ji aliyê gel ve hatîn amdekirin hate dayîn. Şeva pîrozbahiya Cejna Xidir Elyas bi helbest û stranên heremî hetanî derengiya şevê berdewam kir.
ABDURRAHMAN KARATAS/STUTTGART
Li Stûttgartê Cejna Xidir Elyas