Meşa ji aliyê rêveberiya Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê ve hate organîzekirin de pêr saet 17.30 an de li ber îstasyona trênê a mezin bi tevlîbûna nêzîkî 300 kesî ve pêk hat. Girseya ku ji gelek deverên derdora Stuttgart beşdarî meşê bûn li ber îstasyonê kom bûn û bi navenda bajêr ve herikîn. Di meşa girseyî a şermezarkirinê de, pankêrta li ser nivîsa Îran binpêkirina sûcê mirovahiyê dike hate hildan û her wiha wêneyek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ê mezin û dîsa bi dehan dowîzên bi wêneyên barbariya rejîma Îranê hatîn xemilandin jî hatin hildan. Girseya ji ber îstasyona trênê û bi ber navenda bajêr ve herîkî, bi dirûşmeyên wekî „terorist Îran“, „terorist Tirkiye“, „Bijî Serok Apo“ û  „Kurdistan dê ji faşîzmêre bibe goristan“ qêriyan. Dîsa di meşa girseyî de bi hezaran belavokên ji aliyê Federasyona Komeleyê Kurd ê Almanyayê (YEK-KOM) ve hatîn amadekirin ji hatin belav kirin. Meş ji aliyê gel ve jî bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin, piştî giha navenda bajêr vergera mitîngê. Li vir li ser navê girseyê serokê Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê Musa Gelerî axaftinek kir û wiha got; „dagirkirina xaka Başurê Kurdistan ji aliyê artêşa rejima Îranê û her wiha operasyonên li hemberî PJAK’ê nayê qebûl kirin û pêwîste bi taybetî gelê Kurd û her wiha hemû sazî û dezgehên navnetewî li hemberî dewleta dagirker a Îranê helwesta xwe nîşan bidin. Em wek gelê Kurd vê helwesta dewleta dagirker a Îranê bi tûndî şermezar dikin û carek din bang li dewleta Îranê û dewleta Tirk dikin ku ji dev wê siyaseta xwe ya qirkirin û tûnekirina gelê Kurd berdin. Bila tû derdor li ser xaka Kurdistanê ne kevin nav şaşîtî û bazarên qirêj“. 


ABDURRAHMAN KARATAS/STUTTGART