Kurdên li Stuttgart a Elmanyayê dijîn bi pêşengiya Civaka Demokratika Kurd a Stuttgartê (DTKM) bi heman armancê ji ber rizgarkirina bajarê Minbicê şahiyek pîrozbahiyê li darxistin. Pîrozbahî roja Çarşemê li bajarokê Wangena Stuttgartê li salona Arena Kulturhausê saet 17.30’an de bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û dostên gelê Kurd dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Civaka Demokratika Kurd a Stuttgart ê hevseroka DTKM ê Meral Gürsu axivî û got ;”Çawa tevayê cîhanê rizkarkirina Minbicê wekî şahî û pîrozbahiyek ji bo gelên Rojava da nîşandan, em jî îro bi hevra vê rizgarkirinê bi coş û dilxweşî pîroz dikin. Ez bi ruhê 15 ê Tebaxê rizgarkirina bajarê Minbicê li hemû gelên Rojava pîroz dikim û hêzên QSD û YPG silav dikim.”
Di şahiya pîrozbahiyê de li ser navê KCDK-E Serhat Agiri jî axivî û got; “Di dîroka gelan de gelek qonax û merhele hene rengê jiyanê diguherînin her wiha ji bo gelan wekî milad in. Îro rizgarkirina minbicê jî xwedî heman wateyê ye û her wiha Minbic bûye warek bingeha şoreşa rengê gelê Rojava.”
Di şahiyê de piştî axaftinan peyamên sazî û dezgehên demokratîk ê weke AGIF, ATIK, AABF ên ji bo piştgiriyê ji hatin xwendin. Di peyaman de rizgarkirina Minbicê hate silav kirin û piştgiriya bi þoreşa Rojavare hate destnîşankirin.
Bavê şehîd Meryem Çolak helbestvan Seydo Hazar (Kalo) jî dû helbestên şoreşgerî xwendin.
Di bernameya çandî ya şahiyê de Aras Kamişlo, ji Koma Dîlan Pîro Gedik û Ziya derketin li ser dikê.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART