
Şeva diyarî 3 jinên Kurd Sakîna Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qekirin hate kirin.
Di şeva çanda Elewiyên Kurdistanê de, pêşî Pîr Riza Yaxmur axifî û di axaftina xwe de bal kişand li ser înkar û zextên li ser Elewiyan. Pîr Riza Yaxmur, buyera Parîse wekî qetlîamê binav kir û bi tundî şermezar kir û wiha got; "Em soz didin di rêça wan û tekoşîna wan hevalan de emê bi meşînin."
'Rihê Apocî nayê tinekirin'
Li ser navê, partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Yuksel Mutlu beşdarî şevê bû. Mutlu, di axaftina xwe da, bal kişande li ser girîngiya hevdîtinên dewleta Tirk ên dawî bi Rêberê Gelê Kurd re û wiha got: "Em wek partî van hevdîtinan girîng dibînin lê di heman demê de em rastî û drûstiya hikûmetê jî di şopînin."
Siyasetmedar û nivîskar Muzaffer Ayata jî di şevê de axaftinek kir û bal kişand ser pêwajoya nû û her wiha siyseta AKP a ji bo înkar û tûnekirina tevgera azadiya gelê Kurd û wiha got; "Ji destpêka dîroka PKK'ê û hetanî roja îro, gelek derdoran xwestin wê tevgerê tûne bikin. Tu hêzî ne karî me tûne bike. Wê ji îro pêda jî ne karibin. Rihê Apocî nayê tûnekirin."
Ayata di dawiya axaftina xweda, wiha got: "Sakine Cansiz, li Amedê, li Qandîlê û li Ewropa tim ji bo yekitî û wekheviyê xebitî. Eger îro em yekîtiya xwe xurt bikin, wî çaxî emê ji Sakine, Fidan û Leylayan re bibin bersiv û rihê wan şad bikin."
Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînici di destpêka axafina xwe de tevkujiya li Parîsê bi tûndî şermezar dikim û bang li dewleta Fransa û Tirkiyeyê kir bûyerê zelal bikin û ji raya giştî re aşekere bikin. Bînîcî, di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand li ser pêwajoya nû, siyset û kiryarên hikûmeta AKP'ê nirxandin. Binicî bang li hikûmeta AKP'ê û rayadarên wê kir û wiha got eger raste tu li muxataban digere muxatabên pirgirêkê Rêberê Gelê Kurd, Qandîl, BDP û HDK ne.
Şeva şahiya çandê a Federasyona Elewiyê Kurdistanê (FEDA), piştî axaftin û xwendina peyaman bi temaşekirina sinevizyonê berdewam kir. Piştî temaşekirina sinevizonê, bi derketina ozan û hûnermendan yek bi yek li ser dikê, hetanî derengiya şevê berdewam kir.
ABDURRAHMAN KARATAŞ / STUTTGART