Di meşa girseyî a Kurdistaniyan de, bi hezaran belavokên ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ê Elmanya (YEK-KOM)ê ve di derbarê şermezarkirinê de hatîn amadekirin jî hatin belav kirin. Meşa girseyî ku ji aliyê gelê biyanî ve jî bi eleqeyek mezin hate pêşwazî kirin, piştî giha navenda bajêr wekî pazdeh deqîka girseyê çalekiya runiştandinê pêk anîn Piştî girse giha Stauffenbergerplatza wekî qada mitîngê hatî diyarkirin meş wergera mitîngê. Li qadê pêşî bi deqeyeki rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane mitingê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, 16 kesên ku ew sê roj bûn di çalekiya rojiya birçîbûnêdebûn derketin pêşberî girseyê û her wiha girse silav kirin. Di mitînga girseyî a Kurdistaniyan de, li ser navê kesên ku sê roja ketibûn grêva birçîbûnê de Yusuf Şerbet axiftinek kir û wiha got, “Wekî tê zanîn ev dû mehin ku hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzerê wî re û her wiha bi malbata wîre hatî qutkirin. Ev yek nayê qebulkirin û her wiha wekî gelê Kurd wê newê qebulkirin jî.”
Yusuf Şerbet, girse hişyar kir û wiha got, ji îro pêda her roja Çarşêmbê li Stuttgart emê çalekiya li darbixin pêwîste gelê di wî warîde amade be. Mitînga girseyî piştî axaftin û agahdariyan bi dawî bû.
ABDURRAHMAN KARATAŞ-STUTTGART