Întîzar, bi zaroka xwe ya 4 mehî ve di girtîgehê de ye û li benda roja remê ye. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê li gelemperiya cîhanê banga çalakiya lezgîn kir. Nunerê Efûyê yê li Sûdanê Jean-Baptiste Gallopin daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek jî kêmasiyên edalaeta li Sûdanê radixe ber çavan. Gallopin, diyar kir ku Întîzar bê parêzer û ne bi zimanê xwe yê zikmakî hatiye darizandin, îfadeyên bi lêdanê hatine biderxistin tenê ji bo mirina wê bûne delîl.
Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku recm îşkenceyek hovan e û bal kişand ku hemû hiqûqa navneteweyî û heta hiqûq û toreya olî kuştina jinên zarok pêre hene qedexe dike.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW-Human Right Wathc) jî daxuyaniyek û bang li Sûdanê kir ku pêkanîna cezayê recmê ya li ser Întîzarê rawestîne.
Sûdan, di cîhanê de yek ji hef welatên cezayê remê pêk tîne ye.
AMSTERDAM