Sala 2012an di çarçoveya projeya "Sulava Fîskayayê" ya di qonaxa yekê ya Projeya Geliyê Dîcleyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de kafeyek hat çêkirin. Li ser nerazîbûnên xelkê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak gotibû "Gel bixwaze em dê wê hilweşînin“. LI ser vê xelkê Taxa Fîskayayê jî dixwazin di cih de li nêrîna gel were pirsîn. Welatî dibêjin, ji îro û pê de ew dê bi pergala koperatîfê xwedî derkevin li qadên vala yên dora Bexçeyên Hevselê.


Kafeya darbirr

Welatî Orhan Kurtuluş dibêje kafe dewama zêhniyeta birrêna darên baxçeyên Hevselê ye, û wiha dipeyive: „herkesî nerazîbûna me ya li dijî birrîna darên li Hevselê dît. Berxwedana me ya hingê encam girt. Li vir bi çêkirina kafeyê re, xwezaya me xirab dikin." Kurtuluş îşaret bi pirsgirêkên civakî yên kafe rê li ber wan dike jê dike: „ev der taxên xizan in. Bi vekirina kafeya luks re ez lê dinihêrim hin kesên ku ji wan re tê gotin dewlemend in, li wir kêfê dikin, zarokên me yên 7-10 salî jî li wan temaşe dikin. Ev jî tesîreke neerênî li zarokên me dike."

'Li hember avahiyan koperatîfvanî'
Kurtuluş, da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li avahîbûnê ya li bexçeyên Hevselê, ew ê weke xelkê taxê koperatîfvaniyê bi pêş bixin û got, pêşî ew ê cihên vala yên li ser rêya pira zanîngehê ji bo vî karî binirxînin. Kurtuluş weha dirêjî da axaftina xwe: "bi salane erdê li ser rêya  pirê vala maye, di demên dawî de pêşî li raserê wî otel vekirine û li binya wî jî kafeyê; bi vê re bûye perçeyek ji avahiyên li vir. Em bi vê hisiyan. Ji bo pêşî li van avahîdanan bigirin em bi ciwanan re hatin cem hev û me nîqaş kir. Di encama nîqaşê de me biryara koperatîfvaniyê da û me ev biryar ragihandiye saziyên pêwîst."
Kurtuluş got, ew dê li erdên vala pêşî weke nerazîbûna ji birrîna darên bexçeyên Hevselê dara biçînin, piştre jî bi awayekî koperatîfê bixebitînin û di vî karî de ciwan û jinan derxin pêş. 

AMED