KCD, HDK û HDP’ê piştî civîna Konferansa Rêxistinkirinê ya Navenda HDP’ê, civîna hevpar li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bang li AKP û CHP’ê kir û xwest li şûna polîtîkayên şer, polîtîkayên aştiyê û aqilê hevpar ava bikin û got, ”Ji bo çareseriya pirsgirêkan 7 xalên ku Birêz Ocalan eşkere kiribûn, pirr girîng in. Ji bo vê yekê jî girîng e ku parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gel Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna awarte li dar xist. Di civinê de nûnerên KCD, HDK û HDP’ê amade bûn. Di civînê de biryar hat girtin ku hevpar bang li AKP û CHP’ê bikin û peyamên siyasî û çareseriyê bidin wan. Wan peyamên aştiyê û çareseriyê dan hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sivîl, û hemû cemaweriya Tirkiyeyê da ku wan tev li vê pêvajoyê bike.

Hemû hevparên HDP’ê, li pêşiya Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokên KCD Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu û nûnerên hemû hevparên wan amade bûn.

Li ser navê kongre û partiyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî daxuyanî xwend. Temellî got, ”Di 4 salên dawî te rêveberiya otoriter û bê edalet her tişt xistiye bin destê xwe. Li pêş me 2 rê hene. Yek jê rêya kaos û şer e. Rêya dulemîn jî rêya aştiya demokratîk û bi rûmet e. Rêya duyemîn jî wê civakeke bêtir bi hêz bi xwe re bîne. Li dijî rêya kaos û şer, pêdivî bi lihevkirina civakî û siyaseta demokratîk û aştiyane heye. Ji bo vê yekê jî divê hemû derdorên siyasî, rêxistinên civakî, odeyên pîşeyî, sendîka û xwediyên wîcdan erk û berpirsiyariya dîrokî bidin ser milê xwe. Ji bo em aştiya civakî bi pêş bixin, divê em bi berpirsiyariyên xwe rabin.”

7 xisûsên Ocalan girîng in

Temellî, bal kişand ser rola AKP’ê jî û ew weke sedema pirsgirêkan bi nav kir. Temelî, anî ziman ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareser bibin, 7 xisûsên Rêberê Gel Abdullah Ocalan pêşniyaz kiribûn girîng in û wiha daxuyanî bi dawî kir: ”Divê gefên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyê bi dawî bibin. Ji bo aştiya herêmê bi pêş bikeve, ev gelekî girîng e. Li ser vê axê tişta bê kirin, ne tang, top û şer e. Divê bi aktorên herêmê re muzakere bê kirin. Ji bo vê yekê jî 7 xisûsên ku Birêz Ocalan di 2’ê Gulanê de bi raya giştî re parve kirin, girîng in. Ev 7 xisûs ji bo çareseriya pirsgirêkan gelekî girîng in. Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û aştiya herêmê bi pêş bikeve divê teqez parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Bi rewşa dawî pêwistiya hevdîtina bi Ocalan re carek din derdikeve holê.

Yekîtî û tifaqa Kurdan heyatî ye

Operasyonên derveyî sînor fêdeyê nadin ti kesî. Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin her dem rageşiya di nava Kurdan de zêde dikin û li ser vê yekê xwe mezin dikin. Kurdan bi berdelên hin destketî çêkirine. Ji bo van destketiyan biparêzin girîng e ku yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin.”

MA/AMED