Di civîna ku pêşniyarqanûn hat nîqaşkirin de endamên meclîsê yên AKP'yî pêşniyarqanûn boykot kirin Şaredarê Çewlikê yê ji Partiya Saadetê (SP) Sedat Atalay jî got, 'Êdî yê nû bê hilbijartin wê lê binêre." Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê li tax û caddeyan navê Beddîuzaman Saîd-î Nursî, Şêx Seîd, Seyîd Riza bi pankartan daliqand. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Halîs Yurtsever, diyar kir ku di vê mijarê de rastî eleqeyeke zêde ya gel hatine.
Bi fermî bên daleqandin
Yurtsever got, "Hevalên me yên BDY'î pêşniyarqanûn dan, lê mixabin ji aliyê AKP û SP'ê ve, ev pêşniyarqanûna me hat redkirin. Lewma bêyî em li benda piştî hilbijartinan bin me navên ku me dixwestin li tax û caddeyan bi pankartan daliqand. Gelê me bi vê yekê pir kêfxweş e." Navên nû yên tax û caddeyan wiha ne:
*Birca Saetê-Qada Şêx Seîd, *Taxa Saray-Şêx Abdullahê Melekan, *Taxa Nû-Şêx Şerîf, *Taxa Yenîşehîr-Seyîd Riza, *Taxa Yeşîlyurt-Cibranli Halît Bey, *Caddeya Fevzî-Mezra Fakî, *Taxa Kaleonu-Sîmanî, *Şehît Mustafa Gundogdu-Zaza Yado, *Caddeya Oguzhan-Şêx Alî Palûyî,*Caddeya Genç-Beddîuzaman Saîd-î Nursî.
DÎHA/ÇEWLIK