
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk di roja 42. de didomin. Li hemberî van êrîşan berxwedana Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî di asteke bilind de dewam dike.
Doh di roja 41. a berxwedana Sûrê ya li dijî tank, top û helîkopterên dewleta Tirk de, hêzên YPS derb li helîkoptereke artêşa Tirk dan. Şerê di navbera hêzên YPS û hêzên dewleta Tirk de, doh danê sibehê careke din dijwar bû.
Bi tankan tên bomberbaran kirin
Di dema vî şerî de, hêzên YPS’ê derb li helîkoptereke li ser navçeyê difiriya, xistin.
Ji helîkoptera derb xwar, dûxan bilind bû. Helîkopter bi lez û bez ji herêmê reviya.
Li navçeya Amed Sûrê, doh danê sibehê 2 teqînên mezin rû dan. Têkîldarî mirî û birîndaran agahî nehatin girtin. Navçe ji danê sibehê ve bi tankan hatin bomberdûmankirin, topa tankê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ket. Hate ragihandin ku li derdora Mizgefta Kûrşûnlû ku pevçûn lê zêde pêk tên, mal hilweşiyane. Li navçeyê ku çekên giran tên bikaranîn, di saetên sibehê de li nêzî Dibistana Suleyman Nazîf 2 teqînên mezin rû dan, têkîldarî mirî û birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin. Li Taxa Fatîhpaşa jî hate diyarkirin ku tîmên taybet derdora xwe ketober gulebaran dikin.
Mal hilweşiyan
Bi topbarana tankên li Dibistana Mardînkapi ya Taxa Hasirli hatine bicihkirin de avahî tên xerakirin. Ji bo tanq karibin bikevin taxan jî bi kepçeyên zirxî ve xerakirina malan didomînin. Li ser navçeyê jî tevgera helîkopteran zêde ye.
Her wiha hat ragihandin ku li navçeyê topa tankê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ketiye. Hat diyarkirin ku ti kesî zerar nedîtiye, welatiyên li navendê dan xuyakirin ku tîmên taybet derdora xwe ketober gulebaran dikin, bertekên xwe nîşan dan.
30. roja berxwedana Ciziîrê
Li Cizîrê berxwedana gel a li hemberî tevkujî, tehcîr û îşkenceyê 30 roj in bênavber didome û êrîşên hêzên dewletê rastî berxwedana gel û hêzên YPS’ê tê. Di nav 30 rojan de ji ber ku hêzên dewletê nekarîn berxwedana gel bişkênin, polîtîkayên tevkujiyê û tehcîrê xistin meriyetê her wiha bi tank û çekên giran ve hewl didin bajar bikin kavil.
Ji taxên Cudî, Nur û Surê ji duh êvarê ve ye topbarana giran berdewam dike. Li Taxa Sûrê, ji ber ku guleya topê li dikana tupê ket, li cihê kar demek dirêj teqîn çêbû û şewat derket. Ji ber qedexeyê komên agirkuj jî neçûn cihê şewatê û piştî saetên dikan bû xwelî.
Hewldana ketina taxan asteng kirin
Tankên ku li Girê Cahferî Sadik jî bicih bûn, taxa Cudiyê topbaran kir. Di encama topbaranê de bi dehan mal hatin xira kirin. Hewldana ketina taxan a hêzên dewletê jî rastî bersiva tunda a hêzên YPS’ê hat. Her wiha hate zanîn ku, cenazê ku duh li Taxa Yafesê hate dîtin, yê welatiyê ji mêjiyê xwe astengdar Mehmet Haci Tongut e (32) ku ev 4 roj in ji wî agahî nedihat girtin. Ji taxên berxwedanê li Taxa Nur jî, duh di saetên êvarê de hêzên YPS’ê, amûra dîmen kişandinê ya bi navê Drone xistin. Taxa Nurê jî heya saetên sibehê rastî topbarana giran hat.
AMED/ŞIRNEX