Li aliyeke li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedan didome li aliyê din jî Meclîsên Gel ên Taxên Xançepek, Fatîhpaşa, Lalebeyê di çarçoveya xebatên rêveberiya cewherî de lez dane xebatên înşayê. Meclîsên taxan bi ruhê seferberiyê lez xebatên înşayê didomînin. Meclîsa Gel a Hasirliyê ku ji aliyê polîsan ve hatibû şewitandin xebatên xwe li cihê ku maye berdewam dike û li konê ku li Qada Hasirliyê danîne xebatên xwe didomîne. Li kon civînên gel û nîqaşên pêvajoya siyasî tê kirin. 


'Komun tên avakirin'

Li navçeyê di bin banê meclîsan de komun û komîte hatine avakirin û di bin banê her meclîsê de jî komîteyên jin, ciwan, tendurîstî, ziman, perwerde û civakî hatin avakirin. Komîte bi awayeke aktîf xebatên xwe didomînin û li aliyê din jî kêmasiyan temam dikin. 

Li taxa Hasirliyê ji bo welatiyên ku rewşa wan ne baş e rojê 3 dan xwadin tê çêkirin. Her danê ji bo 150 kesan xwarin tê çêkirin û jinên taxê van xwarinan çêdikin. 7 jin, her roj bi hevre xwarinê çêdikin û li welatiyan belav dikin. 

Hevseroka DBP'ê yê Sûrê Ayhan Dogrual diyar kir ku wan komîteya jinê ava kirina û ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan di nava hewldanan de ne. Dogrual destnîşan kir ku bi taybetî dema qedexeya derketina derve de ji ber ku destur nehatiye dayîn û ambulans neketine taxan û zarok ji ber jinan çûne, ji bo ku van pirsgirêkan çareser bikin komîteya tendustiyê ava kirine. Dogrual bilêv kir ku hemû kesên di komîteyan de cih digirin ji bo rewşên lezgîn perwerde bûne û wekî di hemû qadan de di warê tenduristiyê de jin dê pirsgirêkên xwe çareser bikin. 


'Hemû kes tevli xebatan dibin'

Dogrual da zanîn ku li navçeya Sûrê ji 70 salî heta 70 salî hemû kes tevli xebatan dibin û li taxan bi gel re ne înşayê bi hevre pêk tînin û wiha berdewam kir: "Li taxên Îskenderpaşa, Hasirli, Alîpaşayê perwerdehiya tenduristiyê hate dayîn. Em ê li hemû taxan komunên tenduristiyê ava bikin. Ji bo mudaxayele ewil perwerde bûn. Me ji bo mudaxaleya lezgîn ekîb ava kir lê ev ne bes e. Em dixwazin pêş bixin. Di qada çandê de jî her roj sînevîzyon, şano û bîranîn tên lidarxistin. Ji bo zimanê dayikê jî em ê di 22'yê mijdarê de perwerde bidin destpêkirin."

Dogrual herî dawî nirxandina "Em dema ku dibistan. nexweşxaneyên xwe çêkin pêdiviya me bi kesekî namîne. Heke komun hebe, ji bo ziman perwerde hebe, parastin hebe her tişt dê di destê te de be. Tu dikarî xwe bi rêve bibî" kir. 


 DÎHA/AMED