Di şerê li navçeya Sûrê de ciwanê bi navê Hakan Arslan ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin li ber Mizgefta Hasirliyê hatibû definkirin. Lê belê ev 17 meh e agahî ji cenaze nayê girtin. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim li Sûrê deriyê hin avahiyan vekir, bavê Arslan, Alî Riza Arslan bertek nîşanî Yildirim da û got “Li ser êşên me vekirinan nekin.”
Hikumeta AKP’ê ya ku bi dirûşma “Sûr bi hezkirin bilind dibe” qaşo xebatan li wir dimeşîne, doh bi hatina Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim li Sûrê hin vekirin pêk anîn. Gelek avahiyên dîrokî û Malên Amedê yên ku qaşo hatine çêkirin, ji ber ku naşibe çanda herêmê, gelekî hatibû rexnekirin.
Malbata Arslan a ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin, bi rêya parêzer gelek caran serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê da, piştre parêzeran bi kesên li Sûrê hatin girtin re li girtîgehê hevdîtin pêk anîn û li gorî agahiyên girtiyan, cenaze li gel Mizgefta Hasirliyê û Taxa Hasirliyê hatiye definkirin. Ji bo cenaze bê dîtin serlêdanên malbatê didomin, lê li cihê ku tê gotin cenaze lê ye heta niha ti encam nehatiye bi destxistin. 


Li pey cenazeyê kurê xwe ye


Bav Alî Riza Arslan eşkera kir ku wan serî li Serdozgerê Komarê û Waliyê Amedê daye, lê ji wan re gotine ku ‘cenaze tine’ û dibêje ku “Teqes cenazeyê kurê min li Sûrê ye.” Arslan dest nîşan kir ku heke kes tiştekî nake, bila destûrê bidin wî ew lêkolîn bike û cenazeyê kurê xwe bibîne. Arslan herî dawî nerazîbûn nîşanî Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim jî da û piştrast kir ku li ser êşên wan avahiyan ava dikin û piştre tên vekirina van avahiyan dikin û xwest li ser êşên wan vê polîtîkaya qirej nemeşînin.