Filmê derhênerê Elman Rober Krieg bi navê “Ezmûna Rojava li Sûrî civakeke di nava guherînê de” li sînemaya Naxos a Frankfûrtê hat nîşandan. Mijara filmê guherîna di civaka Rojava de ye. Piranî Elman 100 kesî li film temaşe kir.
Film 60 deqe ye û piranî bala xwe daye ser Amûdê. Bajarê Amûdê li ser sînor e. Di film de sîstema li bajêr tê lêkolînkirin, balê dikişîne ser guhertinên aborî û civakî. Di dawiyê de mafê axaftinê ji xelkê Amûdê re tê hiştin û qala modela nû ya civakî dikin.
Piştî nîşandana film derhêner Robert Krieg û Dr. Michael Wilk ê tim diçe Rojava bersiv dan pirsên temaşekeran.
Komeleya Kobanê-Frankfurt jî desgehê agahdarkirinê danî û materyalên der barê bûyerên li Rojava de belav kir.
FRANKFURT