
SEYÎT EVRAN
Ya ku nli Sûriyê diqewime felaketeke insanî ye ku ev 5 sal in ez şahidiyê lê dikim. Ji her bûyerê bi hezaran klîşe û wêne amn bi min re û ji her yekê herî kêm janeke dijwar. Lewma ya diqewimî şerekî tirsnak bû. Şerekî ku ne ê vî gelî bû. Şerekî navneteweyî ya meydana xwe li hev rakişandinê bû.
Ji xelkê Sûrî re tenê jan û êşa wan dima. Rûxiyana malên wan û mihacirbûna janbarkirî ji wan re dima.
Van her şeş mehên dawiyê, ez temaşekirina vê filma koçberiyê a janbar ji nû ve dikim û bi min wa ye ku wê ti carî dawî lê neyê. Bi her halî ev mehek e ku ev film her bêhtir jandar û bi trajediyên mezintir dewam dike.
Şahidiyeke 5 salan…
Ev tam pênc sal in ku ez şahidiya vê felaketa insanî ya li Sûriyê dikim. Koçberiya herî mezin a min şahidî lê kir ew bû ku sala 2013´an qederê 500 hezar sivîlî ji Helebê koçber bûn. Pirraniya wan ji Helebê berê xwe dabûn Efrînê.
Di 60 kîlometreyî de pêşî di kontrola rejîmê re derbas bûn, piştî bi 500 metroyan jî digihiştin seytereya hêza hingê qaşo Artêşa Azad; li wir jî li ser wan digeriyan. Mirovan karîbû rahêjin çi ji malên xwe, rahiştibûn wan. Jin, kal, pîr, zarok û mêr dibûn rêz.
Ew kesên qaşo rizgarker bûn, serê şexs çend qirûşek pere ji wan distandin û henekê xwe bi wan dikirin û ew hîna nû berdidan. Dilê min çawa şewitîbû bi wan koçberan hingê… Min ji xwe dipirsî ka ev mirov wê berê xwe bidin ku. Dayikekê karîbû bi tenê çend parçe eşyayê xwe bixe kîsekî arvên. Li ber asayîşa Efrînê ji otobosa bi dehan malbat lê siwar, peya bû. Zarokeke wê bi dawa wê girtibû, qederê 5 salî bû. Herçî zaroka din a du salekê ji wê mezintir bû, du gavan li pêşiya wê meşiyabû. Di himbêza wê de jî zaroka wê ya di pêçekê de hebû. Di destekî wê de kîsê ku tevahiya mala xwe tê de bicihkirî hebû. Wê kîs danî pêşiya asayîşê. Zaroka xwe ya di pêçekê de danî ser, li ser peyarêyê rûnişt û rondik ji çavên wê hatin xwarê. Wan rojan, min şahidî lê kir dema ku bi dehan bi sedan dayikî dilê xwe dabû ber daxa heman êşê. Dema min wêneyên wan digirt, min jî rondik dibarandin. Min ew kêlî piştî çar salan jî ji bîr nekir. Lewma ew kêlî di bîra min de hat verotin û hew jê diçe.
Nemana hêviyê ya kesên pirr carî koçber bûyî
Yek tişta din ku wê ji bîra min qet neçe, ew ku hin ji koçberan gelek caran koçber bûne. Jineke navsere sala 2013´an digot, êrişî me kirin, min xwe gihand Şêx Meqsûdê. Niha jî êrişî vir dikin û niha tevî Kurdan em neçar man ji vir jî koçber bibin.
Koçberiya Kobanê
Di nava pênc salên derbasbûyî de koçberiyeke din a trajîk a Kobanê bû bi êrişa DAIŞ´ê ya Îlona 2014´an dest pê kir. Ji çarsed gundên Kobanê û ji navenda bajêr xelkê bir bi bir dest bi koçberiyê kir. Pirraniya koçberan jin, zarok û nexweş bûn. Pirraniya mêrên Kobanî li bereya şer, şer dikir. Hinan ji wan piştî ku zarok, dê û bavê xwe derbasî aliyê din ê sînor dikir, vedigeriyan bereyan. Li Kobanî ya ku di bîra min de cihê xwe hişk girt, wêneyê wê dayika zaroka wê bi sendroma down bû ku ji bo ku zaroka wê winda nebe, ew bi xwe ve girê dabû.
Reva ji dojeha bi navê Reqayê
Vê meha dawiyê jî ez şahidiya pêleke din a koçberiyê dikim. Ev mehek e ku ez lê temaşe dikim ka mirov çawa ji wê dojeha bi navê Reqayê direvin û ji bo ku bijîn çawa dikevin ser rêyan.
11´ê Nîsanê şervanên QSD´ê ji bo rizgarkirina gundên li bakurê Reqayê li Geliyê Cellabê operasyonek dan destpêkirin. Ev qonaxa çarem a pêngava rizgarkirina Reqayê bû. Vê pêngavê qederê 13 rojan dewam kir. Bi dehan gund û gundik ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Sivîlên li Reqayê û gund û bajarokên hîna di bin kontrola DAIŞ´ê de direviyan. Lê ne tenê ji Reqayê, ji Mesken, Xefse, Deir Hafir a ser bi Helebê jî bi hezaran mirov hebûn. Mesken hîna di bin hukmê DAIŞ´ê de bp, xelkê digot, ew ji zilma DAIŞ´ê direvin. Deir Hafir û Xefse nû ketibûn destê rejîmê û xelk vê carê jî ji ber zilma wê direviya. Ev xelk piştî ku dihatin, li wargeha penaberan a li Eyn Îsa dihatin bicihkirin.
Di nava koçberan de xelkê ji Kerkûk, Tel Efer û Enbarê jî hebûn.
Mirovên ji nava firtûneya qûmê
Piştî navbereke kurt qonaxa 4´an a pêngava Xezeba Firatê 10´ê Gulanê ji nû ve dest pê kir û 12 Gulanê mirov mîna lehiyekê herikîn. Ji gundên Esediye, Hatîn, Mirmeh Derwîş, Kahtaniye, Rabya, Xatuniye, Mezra Yarûb, Ednaniye, Tel Zedan, Raqa Semra, Hamrat Belsim mirov koçber dibûn.
Ji 12 heta 16´ê GUlanê ji Reqa û dewrûbera wê 50 hezar mirov koçber bûn.
Piştre li çolê di firtûneyên qûmê çêbûn. Karwanên bi hezaran maşînê çêdibûn li pey hev. Dema jin digihiştin nuqteya yekem a di bin kontrola QSD´ê de ew çarşefa reş a li ser wan ferzkirî ji serê xwe dikir, mêran jî reh û simbêlên xwe diqusandin.
16´ê GUlanê sibehî zû ji bo herim pêşiya koçberan min berê xwe da cihê min lê nobet digirt. Min meraq kir ka çima kesek nîne û ji nobetdar pirsî. Wî got, firtûneya qûmê wê rabe, belkî ji ber wê be.
Di demeke kurt de her der bû qûm. Pir nekete navê, di nava firtûneya qûmê de mirovan da der. Nobtdaran cihê xwe di mewziyan de girt.
Kafîleya yekem gihişt û her dera wan di nav qûmê de bû. Dema min ew dîtin, ew peyva ji bo Cihûyên kevin dihat gotin, hat bîra min "Apîrû": Mirovên tozgirtî.
Helbet ev şer wê rojekê xilas bibe û ev mirov wê ji vê êşa ne musteheqê wan bû û ji vê zilmê xilas bibin. Ew ê ji nû ve vegerin malên xwe, gundên xwe, bajarokên xwe û bigihîjin hezkiriyên xwe.
Lê belê jana wê û drama wê dê neyê jibîrkirin. Qet nebe ez ê ji bîr nekim…