
Artêşa Sûrî wekî beşek ji eciqandin û tepeserkirina berdewam ya hikûmetê, li seranser welêt operasyonan li dijî hevrikan pêk tîne. Bizavkar dibêjin, bi kêmî ve 11 kes do Çarşemê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin, li bajarokê Kanaker ya nêzîkî paytaxt Şamê. Ew her wiha dibêjin, herî kêm 250 kesên din jî hatine binçav kirin.
Berevankarên mafên mirovan dibêjin, hêzên hikûmetê di tepeserkirina li nav çar mehên borî de, bi kêmî ve, 1.600 kes kuştin.
Salih Mislim Mihemed: Hinekan berjewendî ji xwe re çê dikin
Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mislim Mihemed rewşa vê dawîyê li Sûrîyê nirxand. Mihemed dibêje, serhildana pîroz ya gelê Sûrîyê bi firehbûn didome, lê hîn kesan dixwazin li ser vê serhildanê berjewendî ji xwe re çêkin. Konferansên li Antalya û Stenbolê nîşana vê yekê ne û ew kesana hîn jî pênasînê bi mafê gelê Kurd nakin.
Serokê PYDê dibêje, biryara rejîma Sûrî ya derbazbûna sîtema pir-partîyî jî derew e jiber ku damezrandina partîyan tenê bi fermana wezareta hindur pêk tê.
VOA