Li gorî agahiyên ji çalakvanên mafê mirovan û hin kesên kut evli hin bernameyên ajansên cuda bûn dan xuyakirin ku alîgirên rejîmê yên ku navê (şebîha) li wan tên kirin komkujiyek din pêk aniye û di encamê de ji gundê ku derdora 100 kesî lê dijîn tenê çend kes ji vê komkujiyê sax filitîne. Li gorî wan çavkaniyan li gundê Qibêr ê girêdayî bajarê Hemayê 86 kes hatine kuştin. Ji aliyekî din ve ajansa fermî ya Sûriyeyê Sana jî da xuyakirin ku li ser agahiya gundiyan derbarê hebûna komeke çekdar de çûne gundê bi navê Qibêr û li wir endamên wê koma çekdar kuştine.
Di nava kuştiyan de gelek zarok û jin jî hene û derdora 12 cenazeyan jî harine
Li gorî çavkaniyên dewleta Sûriyeyê ev komkujî di êvara civînên navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê de pêk hatiye da ku bandorê li ser biryarên li dijî hikûmetê Sûriyeyê bike. Lê li gorî çavkaniyên çalakvanên siyasî û muxalefeta çekdar ew gund ji alî hêzên dewletê ve hatine topebarankirin. Li gorî heman çavkaniyan hate daxuyandin ku hejmara kuştiyên roja çarşemê gihaye derdora 130 kesî.
Ji aliyekî din ve wezareta karê derve ya Amerîkayê da xuyakirin niha amadekariyên planeke din a derbarê veguhestina desthilatdariya Sûriyeyê tê amadekirin. Li gorî vê planê dê pêvajoyeke nû dest pê bike û hemû aliyên muxalefetê tevli vê pêvajoya nû bibin da ku rê li ber hikûmeteke demî were vekirin û ew jî pêvajoya hilbijartinên azad bi xwe re bîne da ku hemû aliyên Sûriyeyê xwe bi azadî bînin ziman.
Pêşniyar ji bo Annan
Ev pêşketinên dawî ji raya giştî ya Navneteweyî hatin pêşxistin piştî ku hate daxuyandin ku Kofî Annan ji bo rizgarkirina plana xwe dê hin pêşinyarên din bibe Konseya Ewlekariyê. Li gorî pêşinyara Annan ew dixwaze ku heyeteke navneteweyî ku i welatên Rojava û yên herêmê pêk tê were damezrandin da ku xwe bighîne hemû aliyan û rewşa Sûriyeyê ji nêz ve analîz bike û li wê gorê bandora xwe li biryarên navneteweyî bike û riyeke din ji bo çareseriyeke aşityane veke. Annan vê pêşnyara xwe roja pêncşemê dê pêşkêşî 15 welatên Endamên Dayimî yên Neteweyên Yekbûyî bike.
Plana Annan ku hêviyeke çiqasî kêm bû hin rê li ber çareseriyeke bi riya diyalogê vedikir û ji bilî tundî û kuştinê hin pêşinyarên din dihatin kirin. Lê mixabin ji destpêka vê planê hn aliyên navneteweyî û welatên herêmî bi hemû hêza xwe dixwestin ku vê planê têk bibin. Ji aliyekî din ne aliyê Rejîma Sûriyeyê ne jî Muxalefeta Çekdar herdu alî jî tucaran bi semîmî nêzî vê plamê nebûn û li gorî agirbestê tevnegeriyan. Ne hêzên dewletê tundî raestan ne jî muxalefeta çekdar. Ne hêzên dewletê ji bo planeke ku rê li ber derxistina desthilatdariyê vedike amade bû û ne jî muxalefeta çekdar ji bo diyaloga bi rejîmê re mamadebû. Lewre jî herdu aliyan bi hemû hêza xwe hewl didan ku vê planê têk bibin.
ŞAM