Li Sûriyeyê di demekê de kuş erên dijwar di navbera muxalufên çekdar û hêzên dewletê de diqewim hilbijartinên parlemntoyê pêk tên. Di van hilbijartinan de derdora 7 hezar berendam tevli van hilbijartinan dibin. Muxalefetê bi hemû aliyên xwe ev hilbijartin boykot kirin lê 7 partiyên ku piştî destûra partiyan a nû hatine avakirin tevli van hilbijartinan dibin.
Li gorî hikûmeta Sûriyeyê ev hilbijartin dê welat ber bi pirengiya siyasî û demokrasiyê de bibe lê muxalefetê ev hilbijartin boykot kir û tevli hilbijartinan nebû. Di vê çarçoveyê wezîrê Karê Hundir Mihemed Nîdal el Şear jî berî hilbijartinan bi rojekê serdana bajarê Helebê kir û got ku bajar ji bo hilbijartinan amade ye. Her wiha li gorî daxuyaniyên hikûmetê wan hemû şert û merc amade kirine da ku hilbijartinên azad û bi ewle pêk bên. Li gorî hikûmetê hejmara hilbijartinan 14 milyon hilbijêre û hejmara berendamên hilbijartinên parlemntoyê jî 7195 berendame.
Di parlementoya Sûriyeyê ya niha de yek endamê muxalif tune ye, ev cara yekeme ku dê hilbijartinên bi vî rengî pêk bên û ji 9 partiyên ku piştî destûra nû ya partiyan derket hatin damezrandin 7 ji wan partiyên nû berendamên xwe ji bo tevlêbûna hilbijartinan amade kirine.
Ji aliyekî din ve li gorî muxalefetê ev hilbijartin dê tiştekî nedin guhertin û dîsa piraniya dengan dê ji karker û cotkaran re were veqetandin ku saziyên wan di bin desthilatiya malbata Esad de ye.
Her wiha pêwîra şandeya çavdêrên Neteweyên Yekbûyî jî rastî astengî û zehmetiyên mezin tên ji ber di van rojên dawî de dîsa şer û pevçûnên dijwar di navbera Muxalefeta çekdar û hêzên dewletê de pêk tên û hejmara kuştiyan zêde dibe.
ŞAM