
‘Rojava ne li dijî rejîma Sûriyeyê ye’
Wezareta Derve ya Amerîkî carek din tundûtûjiya li Sûrîyê şermezar kir û ji Serokê Sûrî Beşar El Esed xwest ku hêrişa hêzên Sûrî li dijî xwepêşanderan bi dawî bîne. Nivîser û rojnamevan Îbrahîm Yusif dibêje, welatên Rojavayê bi eşkereyî dibêjin ku ew li dijî rejîma Sûrî ne, lê di rastî de ew ne li dijî wê rejîmê ne. Îbrahîm herwiha dibêje, welatên Ereb piştevanîya rejîma Sûrî dikin û li dijî gelê Sûrî ne. Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Îbrahîm Yusif re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê kilik bike.
VOA