Doh serê sibê dema ku helîkopterên rêjîmê taxa Cober û Zemelka bombe baran dikir, ji hêla çekdarên muxalefetê ve li taxa Qabûn a Şamê hat xwar. Li aliyê din, cîgirê serok komarê Sûriyeyê Farûq El Şere ku dihat gotin, ji rêjîmê veqetiya ye, doh li ofîsa xwe ya Şamê derket pêşberî kamerayan.
Li paytexta Sûriyeyê Şamê, komkujiyek derkete holê. Li gorî dîmenên ku çekdarên muxalefetê belav kirî, li herêma Dareyya cenazeyê nêzî 200 kesî hatine dîtin. Çavkaniyên muxalefetê ragihandin ku ev komkujî ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatiye kirin. Nûçegîhanê Ajansa Firatê ragihand ku cenazeyên hatine dîtin, yên mirovên ku di şerên 3 rojan de hatine kuştine. Nûçegîhanê ANF diyar kir ku bi dehan welatiyên li Dareya ji ber êrîşên rêjîmê xwe sipartibûn Mizgeftê, di encama bombardimana rêjîmê de hatine kuştin.
Çalakvanên siyasî jî diyar kirin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê li Dareyê mirovan bi komî dikujin. Derbarê mijarê de Rêxistina Sûriyeyê a Şopandina Mafên Mirovan ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku ji kesên li Dareya hatne kuştin, heta niha nasnameya 80 mirovî hatiye eşkerekirin. Di vê navberê de, çekdarên muxalefetê ragihandin ku wan li herêma Qabûn ya girêdayî Şamê, helîkoptereke hêzên rêjîmê xistine xwarê. Hêzên muxalefetê diyarkirin ku di encama şerên roja Şemiyê de, 183 kes hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, di nava kuştiyan de 124 sivîl, 20 çekdarên muxalefetê û 39 endamên hêzên rêjîma Sûriyeyê hene.
Esad: Emê şer dewam bikin
Rêjîma Sûriyeyê ya li hemberî komkujiya li Dareya ketiye rewşeke tengav de, ji bo pêşî li nerazîbûnan bigre, ya ji destê wê tê dike. Serok-dewlet Beşar Esad îdîa kir ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, komploya hêzên navneteweyî ye. Esad ragihand ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê li dijî komên çekdar şer dewam bikin. Çapemenî û ragihandina Sûriyeyê jî, bi nûçeyên mîna "hêzên me herêma Dareyya ji komên terorîst rizgar kirin" hewl didin bi ser rastiya komkujiyê bigrin.
Li aliyê din, Cîgirê Serok-Dewleta Sûriyeyê Farûq El Şere ku dihat gotin, ji rêjîmê veqetiya ye, doh li ofîsa xwe ya Şamê derket pêşberî kamereyan. Farûq El Şere doh li Şamê bi Serok Komîteya Ewlekariya Milî ya Îranê Elaeddîn Berûcerdî re hevdîtin pêk anî..
Reva welatiyên Sûriyeyê ji ber şer jî he ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahiyan, zêdetirî 7 hezara kes li herêmên sînorê Tirkiyê Kilîs û Teyhanlî li benda derbaskirinê ne. Hukûmeta Tirk ya hewl dide li Rojavayê Kurdistanê bicih bibe, hefteya bihûrî ragihandibû ku ew nikarin zêdetirî 100 hezar penaberî qebûl bikin û daxwaza herêma tempon kiribû. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi armanca alîkariya mirovahî ya ji bo Sûriyeyê binirxîne, wê 30 Tebaxê bicive.
Li Helebê pirsgirêkên mezin
Bajarê Heleb ku bala hemû cîhanê dikşande ser xwe, vê gavê veguheriya bajereke wêrankirî. Ji nexweşxaneyan bigrin, heta mizgeftan, her deverê Heleb bûne armanca êrîşa balafir, helîkopter û topên rêjîma Sûriyeyê. Ji ber van êrîşên dijwar, taxa Bistan Başa ya beriya şer bi mirovan tije bû, niha vala ye. Ji bilî çekdarên artêşa Sûriyeyê ya Azad, welatiyên sivîl ji cih û warên xwe bûne. Ji roja ku şer û pevçûn li bajarê Helebê belav bûye, bi hezara kes berê xwe dane taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Lê ji ber şer û zêdebûna şêniyên taxan, vê gavê pirsgirêkên jiyanê rû didin. Ji 24'ê Tebaxê ve, bi taybet li Şêx Meqsûd ji ber ku ard tine ye, ji 20 firnên taxê tenê yek kar dike.Welatî jî ji bo karibin pariyek nan bibin malên xwe, bi saetan li ber deriyê firên radiwestin.
ŞAM