Bi gurbûna şerê di navbera artêşa Sûriyeyê û muxalifên çekdar re dîsa dengê şer û tundiyê bi ser yê diyalog û aştiyê ket û wiha xuyaye ku dê plana Kofî Annan û agirbesta li gorî wê planê j îli ber lingan biçin û hewldana û hêviya dawî ya dîplomatîk têk biçe. Ji aliyekî din ve li gorî nûçeyeke ajansa fermî ya Sûriyeyê Sana, serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad pêwîra avakirina hikûmeteke nû sipartiye ser milê Riyad Ferîd Hicab da ku hikûmeta nû ava bike. D. Riyad Ferîd Hicab ji Dêra zorê ye û di sala 2004 an de serokatiya partiya Baas kiriye, her wiha di 2008 an de jî bûye barêzgerê Qunêtira û di sala 2011 an de jî bûye parêzgerê Laziqiye.
Li gorî çalakvanên mafên mirovan ên Sûriyeyê şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşa Sûriyeyê û hn leşkerên vewetyayî de qewimiye û hin cihên din jî muxalifên çekdar jî bi leşkerên artêşê de ketine nava şer. Li gorî van çalakvanan di pevçûna leşkerên veqetyayî de 34 kes di van pevçûnan de hatine kuştin. Her wiha li derdora Laziqiyê jî 15 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine kuştin û 3 kes ji komên çekdar hatine kuştin.
Derxistina dîplomatên Rojava
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Sûriyeyê Sana, hikûmeta Sûriyeyê sefîr û dîlomatên gelek welatn wekî kesên ku nayên xwestin destnîşan kir û ji wan xwest ku derkevin derveyî sînorê Sûriyeyê. Di nava wan kesan de 17 sefîr hene. Hikûmeta Sûriyeyê ev gav wekî bersivdayîna l wan welat kir. Hikûmeta Sûriyeyê di berdewamiya daxuyaniya xwe ya navê sefîr û dîlomatên welat rêz kiribû de got ku karên dîplomatîk karekî gelekî girînge lê em dixwazin ew welatên ku dawî li karê dîplomatên me anîne hinekî din jî li ser wê yekê raestin û di demeke nêz de li ser bingeha rêzgirtinê û wekheviyê be.
Bi her halî wiha xuya dike ku her kember li derdora rejîma Esad teng dibe asta tundî û kuştinê jî dîsa zêde dibe. Bajarê Humsê wekî mînak bajarekî kavil maye û gelek taxên vî bajarî vala mane. Çekdarên muxalefetê şerê kolanan bi artêşa Sûriyeyê re dimeşand û artêşê jî bê dudilî ew taxên bajêr didan ber agirê top û tangên xwe. Di encamê de j îçi dibû bi serê gelê sivîl dibû. Yê ku hatin kuştin û yê ku koçberî bajarên din ên Sûriyeyê bû û beşek mezin jî koçberî welatên cîranê Sûriyeyê bûn.
Helwesta Rûsyayê
Jı aliyekî din ve tevî hemû hewldanên Welatên Rojava, Amerîka û welatên Kendavê hê jî helwesta Rûsyayê li hemberî rejîma Esad nehatiye guhertin û hê jî di çareseriyeke li gorî plana Kofî Annan de israr dike. Hevdîtinên Rûsya û Çînê bênavber berdewam dikin û Îranê jî desteka bêdawî ji rejîma Esad re pêşkêş dike. Li gorî Rûsyayê pêwîste ev pirsgirêk bi riya diyalogê were çareserkirin lê teşqele ew e ku muxalefeta Sûriyeyê xwe nade ber vê yekê û diyaloga bi Esad re red dike.
Muxalefeta çekdar
Berî çend rojan muxalefeta çekdar bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku êdî ew li gorî agirbesta plana nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan tevnagerin û ew dê êrîşên xwe yên li dijî artêşa fermî ya Sûriyeyê zêde bikin. Ji aliyekî din ve jî li gorî daxuyaniya berpirsiyarekî komeke çekdar ku li Tirkiyeyê dimîne komeke din a çekdar bi navê (Eniya şoreşgerên Sûriyeyê) hatiye avakirin û ew artêş ji derdora 12 hezar şervanan pêk tê.
Ev koma çekdarên nû an jî artêşa ku navê (Eniya şoreşgerên Sûriyeyê) li xwe kiriye bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwe aşkare kir û bi vê yekê piştî avakirina Konseya Nişytimanî a bi serokatiya Burhan Xelyûn niha jî Tirkiyeyê bi alîkarî û piştgiriya welatên Kendavê û Siûdiyê artêşekê jî ava dike. Tirkiye bi vê yekêdixwaze bandora xwe li ser muxalefetê zêde bike û bêtir wê bixe bin baskên xwe bi lihevkirina bi ‘Birayên Misilman’ re.
ŞAM