Mînaka herî balkêş ew bû ku hin bajar bê xwînrijandin ji destê rejîmê hatin derxistin wekî Kobanê ku hemû dezgehên dewletê li wî bajarî niha di destê rêveberiyên herêmî yên wî bajarî de ne. Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên muxalefeta çekdar jî wan sê deriyên sînoran ji destê rejîmê derxistine û kontroka 2 deriyên sînor ên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de û deriyê Bû Keman ên di navbera Sûriye û Iraqê de niha di bin kontrola leşkerên Artêşa Azad de ne.
Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên ajansa Reuters’ê ku li ser zimanê rayedarekî Sûriyeyê belav kiriye tê gotin ku hikûmeta Sûriyeyê istîfa bike û di nava 24 seatan de hikûmeteke nû were avakirin.
Hikûmeta Sûriyeyê ji sala 2003’an de bi serokatiya Nacî El Utrî hate avakirin û heta niha berdewam dike. Gelek caran di dema dawî de hin guhertin di hikûmetê de hatin kirin lê ew guhertin nikaribûn tiştekî di vê hikûmetê de û nerîna gel li wê hikûmetê bidin guhertin.  Her wiha hate idîakirin ku di demeke nêzî de dê Beşar Esed axaftineke girîng bike.
Her wiha di nava vê tevliheviya ku hemû Sûriyeyê serdeste gelek gotegot û qirwelkên cuda jî tên gotin. Li gorî yek ji van gotegotan tê gotin ku Mahir el Esed biraye serokomarê Sûriyeyê, cîgirê serokdewletê Sûriyeyê Farûq el Şeri kuştinye. 

Ji Çîn û Rûsya veto
Di Konseya Ewlekariyê ya NY’yê de pêkanîn li hemberî Serokdewletê Sûriyeyê Beşdar Esad ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat vetokirin.,
Konseya Ewlekariya NY’yê piştî teqînên duh li Şamê pêk hatin, îro jib o gotûbêjkirinên pêkanînên li hemberî Sûriyeyê, civiya. Biryara pêkanînên li hemberî rejîma Esad careke din ji aliyê Rûsya û Çînê ve hatin vetokirin. 11 welatan piştgirî dan pêşnûmeya li hemberî Esad û 2 welatên din jî dengên bêlayen bi kar anîn. Rûsya û Çînê beriya niha jî du pêşnûmeyên ji bo pêkanînên li ser Sûriyeyê veto kiribûn.

Leşkerên Iraqê hatin dersînor kirin
Pıştî ku tevliheviya li Sûriyeyê zêde bû û kontrola hin deveran ji destê hikûmetê derket welatên cîranê Sûriyeyê jî êdî tevdîrên xwe digirin. Çavkaniyek ji hêzên parastinê yên parêzvanên sînorê Iraqê ragihand ku Iraqê du yekîneyên şer şandiye ser sînorê Iraq û Sûriyê. Heman çavkaniyê diyar kir ku bi awayekî herî tund dê nêzî her hêzekî ku rû bi rûyê wan bibe bê kirin.
Doh hêzên leşkerî yên Iraqê gihiştin ser sînor û ji çend bajaran hatine veguhestin. Li gorî wê çavkaniyê, herdu yekîne hêzên herî baş ên di nava bajarê Enbarê de ne. Her wiha behsa wê yekê jî hat kirin ku polîsên Sûriyê pêşî li wê yekê girtin ku kîlometreyekê nêzî xeta sînor a navbera herdu sînoran de hatî danîn bibin.
Ji aliyê meydanî ve jî şer û pevçûnên dijwar rû didin û li gorî çalakvanên Sûriyeyê hejmara kuştiyên roja pêncşemê gihaye 248 kesan. Li gorî saziya çavdêriya mafê mirovan ji van kesên ku jiyana xwe ji dest dane 109 kes sivîlin, 43 şervanên muxalefeta çekdarin, 3 leşkerên ji artêşa veqetyayî û 93 leşkerên artêşa rejîmê ne. Piraniya qurbaniyên vê rojê li bajarê Şam, Humus, Heleb û Idlibê hatine kuştin.

ŞAM