Îlana komê di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de hat kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser mijarê de hat gotin, "Koma Piştgiriya Svazîland-Kurdistanê, ji aliyê aktîvîstên Svazîland ên bi biryar ve, ji bo destekkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan û danasîna wan li herêma me, hatiye avakirin. Kurdên ku bi salan rastî înkar, asîmîlasyon û komkujiyê hatine, xwedî maf in ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Em jî li cem gelê Kurd cih digirin.Li ser vê bingehê em weke aktîvîstên Svazîlandî, destekek xurt didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan a li hemberî înkr, tinekirin, zext û şîdetê. Em hevparê êşên wan in."Berdevkê komê Nkhûlûleko bal kişand ser wate û girîngiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û da zanîn ku li Kobanê şervanên Kurd ji bo sîstem û jiyaneke nû li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê û welatên destekê didin wê, berxwedaneke mafdar meşandin, dimeşînin. Nkhûlûleko diyar kir ku wan avabûna komê jî li 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê rast anîne.  


 MBABANE