‘Federasyona Hunermendên Kurd’ û Platforma Zagros’ li Qada Medborgarplatsen a Stockholmê ‘Galaya Piştevaniya Şengal û Kobanê’ lidar xistin, ‘Federasyona Kurd a Swêdê’ jî ji bo şermezarkirina komkujiyên DAIŞ‘ê li ber Parlamenta Swêdê li Qada Mynttorgetê xwepêşandanek organîze kir. Li bajarê Orebro jî zêdeyî hezar Asûrî-Suryaniyên daketin qadan, barbariya çeteyên DAIŞ‘ê şermezar kirin. Li bajarên din ên Swêdê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo piştevaniya Êzidiyan çalakî lidar xistin. Di Qada Medborgarplatsenê de Platforma Zagrosê, Komeleya Dayikên Kurd, Kurdocide Watch CHAK, PJAK, Federasyona Hunermendên Kurd, Artîstên ji bo Aştiyê axivîn û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengal, Rojava, Iraq û Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Hikûmeta Swêdê û rêxistinên civakî yên sivîl hat kirin ku ji bo pêşîgirtina li qirkirina Êzidiyan bikevin nava tevgerê. Komedyenê Kurd ê navdar Ozz Nûjen jî di axaftina xwe ya li vir de got, “Em 40 mîlyon in. Wan duh nekarîbûn me tine bikin. Wê îro jî nikaribin tine bikin. ” Ji Partiya Gel Wezîra Demokrasî û Yekîtiya Ewropayê Birgitta Ohlsson diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê Rojhilata Navîn veguhertiye tarîtiyê û destnîşan kir ku DAIŞ ne tenê li hemberî Kurdan li dijî Ermenî, Suryanî, Tirkmen û Misilmanên Şîa jî gef e. Li bajarê Hässleholm, Goteborgê û Orebroyê jî xwepêşandan pêk hatin.
Li Londonê meş
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û komkujiya li Şengalê li paytexta Îngîlîstanê Londra bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Li ber televîzyona BBC a navenda wê li Londra ye meşa bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî û dostên wan destpê kir, heya ber Sefaretxaneya Amerîka dewam kir. Di meşê de DAIŞ hat lanetkirin. Saziyên Kurdistanî û Yekîtiya Hêza Demokratîk ku tevlî çalakiyê bûn, ji civakên cuda, akademîsyen û nûnerên olan jî mirov amade bûn. Girseya li ber avahiya navendî ya televîzyona BBC civiya nêzî saetekê bal kişand ser drama derveyî mirovahiyê ya li Şengalê. Çalakî bi daxuyaniya Platforma Yêkîtiya Hêza Demokratîk destpê kir. Akademîsyen û parêzvana mafê jinan a di qada navneteweyî de hatiye naskirin Profesor Mary Dawîs di axaftina xwe de got; “Niha li Kurdistanê tenê rêxistineke terorê heye, ew jî DAIŞ e.” Meş li qada Marble Arch bi xwendina marşan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN