Di kongreya çaremîn a NCDK a Swêdê de tevî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Kerkan Kose, li ser navê Partiya Keskan a Hawirdorparêzan Rebwar Hassan, Nûnerê Swêdê yê li Konseya Aştiyê ya Ewropayê Ahmet Karamûş û ji Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan amade bûn. Axaftvanan rewşa dawî ya li Rojava, Rojhilat, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxandin û girîngiya piştevaniyê destnîşan kirin.

Kartal hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî nirxand û diyar kir ku encamên hilbijaritnên meha Hezîranê ji bo pêvajoya aştiyê û pêşeroja gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Kartal got, "Di hilbijartinê de du hêz hene. Erdogan û HDP. Yekane rêya sekinandina Erdogan, çûyîna HDP'ê ya parlamentê ye. Ji bo vê jî girîng e her kes bixebite." Kartal bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Piştî xwendîna rapora xebatê, bi hilbijartinê re rêveberiya nû hat hilbijartin û ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Leyla Guven û Velî Tosûn hatin hilbijartin.


NCKD Mulhouse kongreya xwe li dar xist

Li bajarê Mulhouse yê Fransa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) 24’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongreya ku diyarî “Şehîdên meha Gulanê” hat kirin, li Navenda Çandê ya Kurd a Mulhouse bi rêzgirtinê destpê kir.

Piştî hilbijartina Dîwanê Nûnerê KCD-E axaftinek kir. Paşê hilbijartin pêk hatin. Desteya giştî ya ji 11 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya desteya rêveber jî Hanim Can û Ercan Urper hatin hilbijartin. 


 STOCKHOLM / MULHOUSE