Li paytexta Swêdê Stockholmê, komek jinên ji rêxistinên cuda yên jinan, bi peyamekê piştgirî da Leyla Guven a ku ev 82 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parlamenter û rêveberên Partiya Çep ên li bajarê Swêdê Uppsalayê jî destek da çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêlberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li Stockholê nûnerên rêxistinên jinan, wêneyên Leyla Guven hildgirtin û nameya ku ji Guven re nivîsandibûn jî xwendin.

Jinan diyar kir ku ew têkoşîna leyla Guven a ji bo demokrasî û mafên mirovan dişopînin, û destekê didin wê. Jinan xwest, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û destûr bê dayîn da ku karibe parêzer û xizmên xwe bibîne.

Jinan bi bîr xist ku Tirkiye dewleteke faşîst e ku zextê li her kesê mixalifê Erdogan dike û bi hezaran mixalif jî girtine. Her wiha bang li hêz û raya giştî ya navneteweyî jî hate kirin ku ji bo qebûlkirina daxwazên Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bikevin nava liv û tevgerê. Jinan got, "Em dixwazin girtiyên siyasî hemû werin berdan. Em dixwazin, tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe."

Tecrîdê bi dawî bikin

Parlamenter û rêveberên Partiya Çep ên li bajarê Ûppsala yê Swêdê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û piştevaniya grevên birçîbûnê civiyan. Wan wêneyên Leyla Guven hildan û pûoiştgiriya xwe heta bi dawîbûna tecrîdê da zanîn.

Parlamenter Ilona Szatmari Waldau astengkirina hevdîtinên Ocalan ên bi parêzer û malbatê re rexne kir û got, "Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."

Serokê Partiya Çep ê Herêma Uppsalayê, Torbjorn Bjorlund jî xwest mafê mirovan ên Ocalan neyên binpêkirin.

Ji rêveberên partiyê, Yekbûn Alp jî xwest girtiyên siyasî hemû bên berdan û got, "Ji bo demokratîkbûna welêt û çareseriyeke aştiyane divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."

 

STOCKHOLM / UPPSALA