Li Stockholmê jî 19'ê Hezîranê pîrozbahiyek tê organîzekirin. Kurdistaniyên ku pê hesiyan hêzên YPG/YPJ´ê û Bûrkan El Firat, çeteyên DAIŞ'ê li Girê Spî têk birin, herikîn lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Gaevle.
'Em bi berpirsiyarî rabin'
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî li vir peyivî û got, "Em îro bûyereke ku ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn girîng e, pîroz dikin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku her tişt temam bûye. Hînê li pêşiya me rêyeke dûr û dirêj heye, hînê gelek kar heye divê em bikin. Piştî vê pîrozbahiya demkurt, ji bo dewamiya berxwedana li Rojava em ê bi berpisryarî rabin û têkoşîna xwe dewam bikin."
Piştî axaftina Elî, li ser Şoreşa Rojava û pêngava Girê Spî sînevîzyonek hat nîşandan. Endama Meclîsa Şaredariyê ya ji Partiya Çep Jîn Akgul Hoca ku bi heyeta Swêdê ya çavdêriya hilbijartinê re çûbû Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çavdêriyên xwe yên 7'ê Hezîranê bi beşdaran re parve kir. Hoca destnîşan kir ku HDP tevî hemû êrîş û astengiyan serketineke mezin bi dest xistiye û vê yekê di nava çavdêrên Swêdî de rê li ber rewşeke matmayî û heyraniyê vekiriye. Li dû axaftinan Kurdistanî li ber meydana li pêşiya avahiya komeleyê civiyan û bi gerandina govendê azadiya Girê Spî pîroz kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN