Nûnerên Partiyên siyasî û û rêxistinên demokratîk li Stockholmê hatin cem hev û xebatên, ji bo tevlibûna hilbijartinan zêde bibe û daxwaz nîqaş kirin û daxwazên xwe bi awayekî nivîskî dan muşavîrê perwerdê yê Seferatxaneya Tirkiyeyê ya Stockholmê Ersen Alagoz yê tevli civînê bibû.
Di nav de ku rêveberên AKP, CHP, MHP, HDP û partiya Vatan, Federasyona Elewî-Swêd, Federasyona Tirk-Swêd, Federasyona Jinan a Tirk ya Swêdê jî heye, di metna ku hat îmzekirin wiha hat gotin: “
Em wek welatiyên Komara Tirk yên li Swêdê dijîn yekem car bo hilbijartinên parlamenteriyê dengan bikartînin. Lê li Swêdê tenê rojek hatiye diyarkirin (31 Gulan) û tenê bi paytext Stockholmê sînor mane.
Ev rewş li pêş 35 hezar hilbijêrên ku li Swêdê dijîn astengiye.
Em wek nûneriyên Swêdê yên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê û lijneyên civaka sivîl:
“-Dixwazin kar û barê deng avêtinê wek hilbijartinên serokkomariyê derxînin 2 rojan
-Li Başur li Goteborg û Malmo, li bakur jî li Gavle sindoq bên danîn û ger ev ne mumkun be jî divê bo Stokcholmê çavkanî û derfetên veguhestinê bên zêdekirin.”
Muşavîrê Perwerdê Ersen Alagoz diyar kir ku serlêdana mijara gotinê wê ragihîne seferatxaneya mezin û lijneya hilbijartinê ya bilind û got ku ji bo pêvajoya dengavêtinê derkeve du rojan wê hewl bidin.
STOCKHOLM