Ann-Margareth Livh: "Leyla ji bo min sembol e. Gelek kes hatin girtin, hatin kuştin. Hinek ji wan neçar man sirgûn bibin. Qet nebe bi avakirina platformekê, divê em vê rewşê ji raya giştî re ragihînin."
Ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re li paytexta Swêdê Stockholmê platformek ava bû.
Li ser banga 54 parlamenter, hunermend, hiqûqnas, rojnamevan, nivîskar û komeleyan, li Parlamena Swêdê civînek hate lidarxistin.
Di civînê de binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven, hatin nirxandin.
Di civînê de hate ragihandin, divê piştgiriya bi çalakgerên berxwedana grevên birçîbûnê re were xurtkirin.
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh ku malovanî li civînê kir, di destpêkê de axivî û diyar kir ku rejîma Erdogan Tirkiye kiriye girtîgeheke servekirî ya rojnamevan, rewşenbîr, akademîsyen û muxalifên rejîmê.
Kakabaveh bal bire ser zextên li HDP'ê tên kirin û diyar kir, rewşa Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê li asta krîtîk e.
Cihê şermê ye
Kakabaveh bêdengiya Ewrûpayê ya li pêşberî tecrîd û grevên birçîbûnê weke cihê şermê nirxand û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku piştgiriya bi gelê Kurd û berxwedêrên greva birçîbûnê re xurt bikin.
Piştî axaftina Kakabaveh sînevîzyonek li ser berxweadna Leyla Guven a ku 121 roj in di gerevê de ye û çalakgerên din ên greva birçîbûnê, hate nîşandan.
Nûnerê HDP'ê yê Skandînavyayê Sînan Onal jî li ser binpêkirina mafên mirovan û êrîşên li dijî gelê Kurd agahiyên berfireh dan.
HDP nûnerê hindikahiyan e
Bi navê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Suleyman Boyaci diyar kir ku HDP ne tenê partiyeke Kurdan e, ew nûnertiya Ermenî, Asûrî-Suryanî û hindikahiyên olî û etnîk hemûyan dike: "Em Suryanî, piştgiriyê didin HDP'ê û hêzên demokratîk hemûyan ên ji bo mafên mirovan têdikoşin. Ji ber vê yekê, em cihê xwe di nava vê platformê de digirin."
Parlamenterê Partiya Çep, Daniel Riazat jî anî ziman ku HDP bi tenê nîne, Partiya Çep û hêzên demokratîk bi HDP'ê re ne û bi bîr xist ku ji bo piştevaniya bi Leyla Guven û çalakgerên din re, ew ji bo 3 rojan ketiye greva birçîbûnê.
Seroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê Ferah Bozcali jî got, ji bo wan cihê serbilindiyê ye ku berxwedana li dijî tecrîdê ji aliyê jinekê ve hatiye destpêkirin.
Ne şerm lê skandal e
Seroka berê ya rêxistinbûna bi navê "Hunermendên ji bo Aştiyê" Monika Lilje, bêdengiya dinyayê ya li pêşberî zext û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan weke rewşeke sosret nirxand û wke skandal bi nav kir. Lilje ji bo xurtkirina piştevaniyê bal kişand ser girîngiya kombûna hunermendên Swêdî û koçberan.
Seroka Komeleya Piştevaniya Kurdistanê, Ann-Margareth Livh jî got, Tirkiye eşkere vediguhere dîktatoriyê, bêdengiya Ewrûpayê ne ya qebûlkirinê ye.
Leyla sembol e
Livh îşaret bi berxwedana grevên birçîbûnê kir û got, "Leyla ji bo min sembol e. Gelek kes hatin girtin, hatin kuştin. Hinek ji wan neçar man sirgûn bibin." Livh bi bewamî got, "Qet nebe bi avakirina platformekê, divê em vê rewşê ji raya giştî re ragihînin."
Di civînê de piştî ku nameya Selahattîn Demîrtaş a ji parlamenterên Ewrûpayê re hate xwendin, platforma piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê hate avakirin.
Ji bo komîteya koordînasyonê jî hunermend Monika Lilje, Kemal Gorgu, Serpîl Înanç, parêzer Claes Forsberg, rojnamevan Yûsûf Onal, parlamenter Daniel Riazat, Seroka Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Ann-Margarethe Livh, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ridvan Altûn û ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan Latîfe Fegan hatin hilbijartin.
Biryar hate dayin ku weke gava destpêkê 16'ê Adarê li navenda Stockholmê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê xwepêşandanek were lidarxistin.
ANF / STOCKHOLM