Li bajarê Almanya Duisburgê, Kurdên êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin, li ber stasyona navendî çalakiya kon dan destpêkirin. Li Saarbruckenê zêdeyî 500 Kurdistanî û dostên wan di çalakiyekê de civiyan û êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin. Çalakiya li ber Saar Galerie dest pê kir heta saet 21'ê dewam kir. Li kantona Tessin a Swîsreyê, heyetek ji 5 kesan a Kurdan, dosyayek li ser Kobanê pêşkêşî parlamenta kantonê kir.
DUISBURG
Li Amerîkayê piştgiriya Kobanê
Li bajarê Emerîka San Francisco çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê bê navber didomin. Çalakiya bi organîzeya Navenda Gelê Kurd ên Kalîforniyayê ji aliyê komên anarşîst ve jî tê destek kirin. Li bajarê Berkeley doh ji bo piştgiriya Kobanê çalakî hate lidarxistin.
SAN FRANCISCO