Di bin çavdêriya Komîteya Xwendin û Perwedeyê ya Civaka Demokratîk de doh li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ezmûnên serdema yekemîn dest pê kir.
Li Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, ezmûnên werza (serdema) yekemîn ên xwendekarên asta navîn û amadehiyê bi ezmûna zimanê kurdî dest pê kir.
Ezmûn di bin çavdêriya Komîteya Xwendin û Perwerdeya Civaka Demokratîk de tên birêvebirin û wê 8 rojan dewam bikin.
Mamosteya Dibistana Şehîd Qehreman Firyal Mensûr ji xwendekaran hemûyan re serkeftin xwest û diyar kir ku ezmûn bi rêk û pêk derbas dibin.
ANHA/HELEB