Bajarê Tebqayê ku di 10`ê gulanê de ji tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, tevgera jiyanê ji nû ve ji her alî ve zindî dibe û sûka bajar aktîv bûye.

Tevî ku demeke dirêj li ser rizgarkirina bajarê Tebqayê derbas nebûye, şêniyên bajêr cihên xwe yên kar ji bermahiyên şer paqij kirin û dest bi xebatên xwe kirin. Li bajêr tevgera sûkê dest pê kiriye. Şeniyêb bajêr ji  Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn û gotin: ʺJi ber hejmara zêde ya koçberan û kêmkarî, madeyên li sûkê têne firotin bihaya wan bilind bûne”.

Firoşgerê mast Ebû Abdullah di derbarê tevgera sûkê de axivî û got: “ Şêniyên Tebqayê pêdiviyên xwe ji bazarê digirin û tevgerkirina li bajêr zêde dibe. Em niha bi aramî dijîn û hemû pêdiviyên me li bazarê peyde dibin”.

Mehmûd El-Elî yê xwediyê bestekê jî kêfxweşiya bi tevgerkirina bajar anî ziman û got:ʺTevgera bazarê ji nû ve zindî bûye û wê di rojên pêş de jî hîn zêdetir bibe”.

Berberê bajêr Mihemed ê ku çeteyên DAIŞ`ê dîkana wî girtibû û xelasbûna ji çeteyan, ji nû ve vegeriya karê xwe wiha behsa çîroka xwe kir: ”Piştî çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqayê dagir kirin karê berbertiyê qedexe kirin. Lê piştî em ji wan xelas bûn, min cardin kargeha xwe vekir û rojê zêdetirî 100 kesî tên cem me.”

Pêdiviyên gel peyda dibin

Welatiya bi navê Emel El-Ferec jî anî ziman ku madeyên li bazarê li gorî rojên berê zêde bûne û hemû pêdivî peyda dibin. Emel destnîşan kir ku ji ber ew piranî koçberin û bê derfeta kar, nirxê madeyan hinekî buhaye.

Her wiha şêniyê bi navê Elyai Mihemed mijara kêmbûna ceyran û avê anî ziman û ji bo rewşa şêniyên Tebqayê jî got: ʺEz bi rizgarkirina Tebqayê kêfxweşim û niha dikarim tenê bigerim. Lê em di mijara bihabûna madeyên li bazarê têne firotin zehmetî dikşînin û bi hêvî ne ku wê di rojên pêş de ev pirsgirêk wê werin çareserkirin.” 


DILSOZ DILDAR / ANHA / REQQA