
Li bajarê Tebqayê û gundewarên wê, sîstema perwerdeyê bi serkefrî derbas dibe.
Bajarê Tebqayê 4 sal û nîv di destê çeteyan de ma. Çeteyan dibistan veguherandibûn bargehên leşkerî û deboyên ceblixaneyan. Hêzên Sûriyeye Demokratîk di 10‘ê gulanê de bajêr ji çeteyan rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê sîstema sazbûyîn hate destpêkirin û dibistan jî ji nû hatin vekirin. Xebatên perwerdeyê û vekirina dibistanan ji destpêka Cotmehê ve hatiye destpêkirin. Rexmî astengiyan û derfetên kêm ku li pêşiya xebatên Komîteya Perwerdeyê dirdikevin, xebatên perwerde û fêrkirinê bi serkeftî derbas dibe.
Li bajar û gundewarên wê 700 dibistan seretayî, navîn û amadehî hatine vekirin, 700 mamoste perwerdeyan didin, her wiha 20 hezar xwenedar tevlî perweredeyê bûne.
Nûçegihanên me rewşa perwerdeyê li dibistana Umer El-Muxtar a dikeve başûrê bajarê Tebqayê, kêşfxweşiya li ser rûyê xwendekaran, her wiha tevlîbûna wan ji bo dersan şopand. Li gorî mamosteyan; tevî ku perwerde hîna di destpêka salê de ye, lê tevlîbûna xwenedaran û têgihiştina wan baş e.
Xwendekar jî bi çûyîna wan a dibistanê û perwerdeyê kêfxweş in.
Rêveberê Dibstana Umer El-Muxtar Ehmed Xetab El-Seyîd diyar kir ku sîstema perwerdeyê serkeftî derbas dibe û di navbera xwendekar û mamosteyan bersvdayîn heye. El-Seyîd behsa astengiyên ku dikişînin kir û got ew zehmetiyên kêmbûna pirtûkan û kêmbûna kadroyên tenduristyê her wiha kêmbûna hin alavên dibistanê ji mase û kursiyan, dikişînin.
TEBQA