Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Endama Femandariya QSD’ê Rojda Felat rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê li hemû şehîdên jiyana xwe di nava hemleyê de feda kirine û li hemû şêniyên Tebqa pîroz kir. Rojda Felaf got ku rizgarkirina Tebqa û Bendavê tolhildana ji bo jinên Êzîdî bû û  û got ku ev serkeftineke dîrokî bû.

Felat têkildarî xebatên rizgarkirinê wiha got: ʺRizgarkirin bajarê Tebqa û Bendava Fitratê ku serkeftineke dîrokî ku hêzên me pêkanîye li hemû têkoşerên di hemleyê de şehîd bûne û hemû şêniyên herêmê pîroz dikim. Niha ji ser Bendava Firatê de em dibêjin ev bendav dê bibe bendava azadiyê û biratiya gelan.ʺ

Ji bo ewlekariya sivîlan dereng ket

Têkildarî derengmayîna hemleyê ku nêzî 2 mehan dom kir, Fermandar Rojda Felat wiha got: ʺSedema derengmayîna rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê ew bû çeteyên DAIŞ`ê bombeyên pir li ser rêya pêşveçûna lez a hêzên me diçandin, sedema duyem a deregmayînê ew bû ku komên çete sivîl wek mertalên mirovî bikar tanîn, ji ber vê yekê hêzên me zêde hişyarî û zêde hesab ên pêşveçûnê kirin da selametiya sivîlan bê parastin.ʺ

Tolhildana ji bo jinên Êzîdî

Fermandara QSD`ê di vê çerçovê de her wiha domand ku çeteyan soza teqandina Bendavê kiribûn û ji ber ku bendav ceyranê li piraniya herêmên Sûriyê belav dike, hêzên me bi hesasiyet û baldariyeke mezin ji b  rizgarkirinê û selametiya bandavê pêşve diçûn.

Rojda Felat bal kişand ser vê yekî ku di vê hemleyê de gelek sivîl rizgar kirin, taybet jinên ku çeteyan wek kole bikardanîn, her wiha hejmarek jinên Êzîdî yên ku çeteyan di êrîşên ser Şengalê de revandine jî rizgar kirin û got:ʺ Rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê întiqam û tolhildana ji bo jinên Êzîdî ye.“

Dor a rizgariya Reqayê ye

Fermandara QSD`ê destnîşan kir ku pir kêm maye hêzên wan bigihînin baregeha çeteyan li bajarê Reqayê û got ku morala wan a rizgarkirina bajarê Reqayê ji pençên çeteyan, bilinde.

Fermandara QSD`ê Rojda Felat soz da gelên herêmê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê di demên herî nêz de, pêşve diçin û wiha got: ʺsala 2017`an dê bibe sala azadiyê û rizgarkirina hemû jinên hatine revandin û bi taybet a jinên Êzîdî.ʺ

26 çete hatin kuştin 

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî dorhêla Tebqayê kirin û şervanên QSD’ê jî bersiveke tund dan çeteyan. Di encamê de 26 çete hatin kuştin. Çeteyan doh sibehê saet di 05:00 de êrîşî gundê Ayid Kebir ê li rojavayê Tebqayê û gundê Mişerfa yê li navbera Tebqa û Meskenê kirin. Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiveke tund dan çeteyên êrîşkar û di encamê de 26 çete hatin kuştin. Her wiha 3 wesayîtên doçka li ser, 3 wesayîtên leşkerî û wesayîteke zirxî hatin rûxandin.

Li gundê Xirbêt 9 çete hatin kuştin

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê pêşketina xwe didomînin û derbeyên giran li çeteyan dixin. Şervanên QSDʹê piştî 15 rojan ji rawestandina hemeliyê ku pêr careke din destpêkir, pêşveçûnên xwe didomînin. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin êrişî gundê Xirbet bikin. Şervanan bersiva çeteyan da û şerê  dijwar rû da. Di encamê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Beşek mezin ê gund kete bin kontrola hêzên QSD’ê û operasyona şervanan li gund didome.

 ANHA/REQA