Şervanê ji Japonyayê yê YPG´ê di peyameke vîdeo ya ji aliyê Navenda Ragihandina YPG´ê ve weşandî, dibêje Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re hevkariyeke baş dikin. Şervan xwe weke Reşîd Japonya dide nasîn û dibêje, ev sê meh in ku ew tevlî nav refên YPG´ê bûye . Ew dide zanîn ku halê hazir ew di operasyona ji bo rizgarkirina Terbqaytê de cihê xwe digire û operasyon baş derbas dibe. Reşîd Japonya bi îhtîmam îşaret bi wê yekê dike ku YPG ya ji destê wê tê ya herî baş dike ji bo ku zerar li sivîlan nebe.  Reşîd Japonya der barê şerê li bereya eskerî de jî agahiyan dide û dibêje, DAIŞ bi maşînên bombebarkirî, êrişkarên xwekuj bi ser wan de tê, lê ji wan tê ku wan bêtesîr bikin û gelekan ji wan bikujin. Reşîd Japonaya bi bîr dixe ku YPG beşek ji QSD´ê ye û hevkariya wan û koperasyona wan bi alîkariya hewayî re gelekî baş bi rê ve diçe. Ew dibêje, KUrd û Ereb baş bi hev re dixebitin û pirsgirêkên heyî jî mînimûm in. 


 NAVENDA NÛÇEYAN