Li bajarê Tebqayê yekemîn turnuvaya setrencê (kişik) bi tevlibûna 39 lîstokvanan ji hemû temenan pêk tê. Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê, yekemîn turnuvaya setrencê bi navê “Turnuveya Şehîd Ehmed a Setrencê” li herêma Tebqayê li dar dixe.
Turnuva li avahiya Navena Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê dest pêkir û wê 3 rojên dewam bike. Di merasîma vekirinê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm El-Ibrahîm axivî û qala rola şehîdan kir û got; ”Em bi saya keda şehîdan gihan van rojan.”
Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk şaxê Tebqayê Selam Hisên jî malavaya Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê û tevahiya kesên ku tev li orgenîzekirina tunuvayê bûne kir. Piştî xwendina kurtedîroka setrencê û rêziknameya turnuvayê ji hêla komîteya amadekar a turnuvayê ve hat pêşkêşkirin. Turnuva wê 3 rojan bidome û pêncşemê lîstikvanên serketî wê werin xelatkirin.
ANHA / TEBQA