Li paytexta Îranê, Tehranê bi şideta 5.1’ê erd hejiya. Di encama erdhejê de 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li herêma Demavend a Tehranê saet di 00:48'an de, bi şideta 5.1’ê erd hejiya. Hate ragihandin ku erdhej bi 7 kîlometreyan li binê erdê pêk hatiye. Berdevkê Saziya Servîsên Lezgîn a Îranê Mucteba Xalidî diyar kir ku piştî ku erd hejiya, tîmên destpêkê yên alîkariyê çûne herêmê. Mucteba da zanîn ku di encamê de 2 kes mirine û 23 kes jî birîndar bûne. TEHRAN