Ji bo generalê Îranî yê payebilind Qasim Silêmanî yê li Bexdayê ji aliyê DYE’yê ve hate kuştin, li Tehranê merasîmek pêk hat û bi deh hezaran kes tevlî bûn.

Ji gelek bajarên Îranê mirov ji bo Silêmanî li Tehranê li hev kom bûn. Kolanên Şoreşê û Azadiyê û yên derdora wê bi mirovan tijî bûn. Di merasîmê de alên Îran, Lubnan û Iraqê û posterên Silêmanî hatin hildan.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney ku xemgîn xuya dikir, ji bo Silêmanî, Fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs û çar Îraniyên din ên hatin kuştin bi Erebî dua kir. Serokkomar Hasan Rûhanî, Serokê Parlamentê Alî Larîcanî û Şefê Muhafizên Şoreşê Huseyîn Salamî jî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de dirûşma “Mirin ji Emerîkayê re” hate gotin. Şefê buroya siyasî ya rêxistina Îslamî ya Filistînî Hamasê Îsmaîl Haniye jî tevlî merasîmê bû. 

 

TEHRAN