Piştî topbarana pêr serê sibê destpêkirî û heta êvarê dewam kirî, pêr bi şev balefirên F-16 herêm bombebaran kir. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bakurê Çiyayê Tendurekê, bombebaranek mezin tê kirin, herêma di navabera zozanên Gûrde Şêxa û Kaniyaspî, û Pelelê û Çoban Kasîka yên li herêman Tutekê de li bejahiya gundên Kezo û Ket, leşkeran kemîn danîne û mayîn çandine. Li gorî agahiyan 12’ê Cotmehê roja Çarşemê li herêmê şer qewimiye û 26 leşker û cerdevanek hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.


Di çalakiyên bombeyî de 4 esker hatin kuştin

Li ser rêya Mêrdîn-Amedê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de teqîneke dijwar pêk hat. Çalakiya bombeyî li herêma Sûltan Şêxmûs a li ser rêya Mêrdîn-Amedê rû da û li gorî çavkaniyên Tirk 3 esker hatin kuştin 3 jî birîndar bûn. Di çalakiyeke din a bombeyî ya li navçeya Colemêrgê Şemzînanê de jî eskerekî Tirk hat kuştin 3 eskerê din birîndar bûn. Li bejahiya navçeya Wanê Elbaxê di çalakiyeke bombeyê ya li dijî wesaîteke eskerî de li gorî daxuyaniya dewleta Tirk 8 esker birîndar bûn. 


NAVENDA NÛÇEYAN