Zîncîr, anî zîman ku heke rewş wisa berdewam bike wê girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Zîncîr, da zanîn ku ewê roja îro li ber girtîgehê daxuyaniyekî girseyî bidin û bang li hemû derdorên bi hestiyar kir ku tevlî daxuyaniyê bibin.

Zîncîr, bilêv kir ku li ser girtiyan zextên psîkolojîk her ti pêk tînîn û dixwazin vê yekê desthilatdar bikin û pêkanînên li girtîgehê pêk tên wiha rêz kirin: "Mafê girtiyan ê ragihandin û agahdariyê tê astengkirin. Herî zêde di hucreyan dikarin de 10 pirtûka bigirin û pirtûkên din jî dixwazin ji malbatan re bişînin û girtî rastî van zextan tên. Li koguşên tîpa F ên 3 kes lê dimînin xwarina têra kesekî bikine ji 3 kesan re tê dayîn û ev yek îşkence ye. Dixwazin vîna girtiyan bişkêne û bi vîna wan re alay dike. Girtiyên bi malbatên xwe re bi riya telefonê diaxivin rastî zextên tekmîlê tên. Heke ev yek pêk neyê hevdîtin tê astengkirin. Li gorî giştînameya Wezareta Dadê divê girtî hefteyê 10 saetan bên cem hev lê ev yek anîne saetekê. Hefteyê 2 caran avê didin. Girtiyên li odeyên xwe derdikevin meşê jî ji girtiyan dixwazin bi rêz bigerin. Girtîgî dema diçûn hevdîtina parêzer û malbatê jî heman tişt jî wan tê xwestin. Bêyî hincet li odeyên girtiyan lêgerîn tê kirin. Pirtûk, helbest û pirtûkên wêjeyî jî tên destserkirin. Dema girtî li hemberî vê yekê derdikevin jî tên darpkirin."

Dibe ku dest bi grevê bikin

Zîncîr, destnîşan kir ku girtiyan li hemberî pêkanên gardiyanan serî li Dadgeriya Înfazê dan lê di serlêdanan de tu encama bi dest nexistin û wiha got: "Daxwazname nagihijin Dadgeriya Înfazê. Ji ber vê yekê ev mafê girtiyan jî tê astengkirin." Zîncîr, diyar kir ku hefteya borî bi girtiyan re hevdîtin pêk anî û zextên li ser girtiyan hatine astan êdî xwe li ber negirtin û wiha axivî: "Girtiyan ji 4'ê sibatê heta niha çalakiya dernekevin hevdîtina telefonê pêk anîn. Girtî di navbera 11 û 18'ê sibatê de dernakevin hevdîtinên qadên hevpar. Heke ev pêkanîn wisa berdewam bikin dibe ku geşedanên nebaş pêk bên." Zîncîr, anî ziman ku girtî li benda bihestiyariya rêxistinên demokratîk û hemû derdorên din in û heke daxwazên girtiyan pêk neyên dibe ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Zîncîr, da zanîn ku di serî de rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat û rojnameyên muxalîf di ketina girtîgehê de tên astengkirin.

Daxwaza lêkolînê

Zîncîr, bilêv kir ku di nava rojê de bi tu awayî ava gerim û sar nadin girtiyan tenê saet di 00.00 û serê sibê 10.00'an de ava tê dayîn û wiha pê de çû: "Mase û kursiyên di nav koguşê de weke demîrbaş cih bigirin jî nayên dayîn." Zîncîr, anî ziman ku rojên borî piştî 70 gardiyanan êrîş li girtiyan kir bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî û rêveberiya girtîgehê wisa bersiva wî dan: "Gardiyan xizmên şehîdan in. Em tu tişt nakin." Zîncîr, bang li AKP'ê û Komîsyona Mafên Mirovan kir û xwest ku heyet ji Meclîsê demildest li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê lêkolînan bikin.
Zîncîr, da zanîn ku ew dê di bin pêşengiya TUAD'ê de bi awayekî girseyî roja înê saet di 13.00'an li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê bidin û xwest ku hemû kes tevlî daxuyaniyê bibe.

DÎHA/STENBOL