Vîrûsa Korona ku meha Kanûnê li Çînê der bû, bi lez belav dibe. Heta niha 170 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. 7 hezar û 700 kes jî bi vîrûsê ketine.
Komîsyona tenduristiyê ya wîlayeta Hûbeyî ragihand, di nava 24 saetên dawî de li vê wîlayetê 37 kesî jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên Çînê diyar kirin ku 700 kesên din bi vîrûsê ketine.
Hejmara mirovên bi vîrûsê ketin, ji şewba Sras a navbera salên 2002-2003’an derbas kiriye ku sendroma Srasê jî bi rêya hilmstandinê li mirovan digeriya. Şewba Srasê li Çînê bi 5 hezar 300 kesî, li gelemperiya cîhanê jî bi 8 hezar kesî ketibû, 774 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Tê gotin ku Sras û vîrûsa korona ji heman cûreyî ne.
Vîrûs di meha Kanûnê de li bajarê Wûhan ê Çînê der bû ku nifûsa xwe 11 milyon kes e. Rayedarên Çînî di dawiya meha Kanûnê de qala nexweşên destpêkê kirin. Dihate gotin ku wê demê tenê 41 kes bi vîrûsê ketine. Piştî du hefteyan di 13’ê Çile de li derveyî Çînê li Taylandê jî vîrûs hate dîtin. Li ser vê yekê Çînê dest bi şidandina tedbîran kir û wîlayeta Hûbeî ku Wûhan jî di nav de ye kir karantînayê. Li herêmê 50 milyon mirov hene.
Rûsyayê sînor li Çînê girt
Vîrûs li dinyayê jî belav dibe. Li Fransayê pênc kes bi vîrûsê ketin. Li DYE’yê heta niha pênc kes bi vîrûsê ketine. Welatên din ku vîrûs lê hatiye dîtin wiha ne: Elmanya, Koreya Başûr, Japonya, Nepal, Sîngapûr, Taywan, Tayland, Vîetnam, Hong Kong, Macao, Awûstralya, Kanada, Kamboçya, Srî Lanka, Malezya, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Fînlandiya.
Dermanê wê hê peyda nebûye
Heta niha derzî, dermanekî li dijî vîrûsê nehatiye peydakirin. Lê belê rêbazên ku kuxikê kêm bike û mirovên canê wan disincire germahiyê kêm bike. Derziya li dijî vîrûsê hîn di asta lêkolînê de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN