Li Strasbourgê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd li çalakî li darxistin. Li qada Kleberê jinên Kurd yên beşdarî çalakiyên bûn wêneyên 3 jinên şoreşger ên Kurd  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatîn qetilkirin hilgirtin û tîşortên li ser ‘Ez  Sakîne me, Fîdanim, Leyla me’ hatîn nivîsandin wergitin. Di çalakiyê de daxuyaniyekî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd yên li Ewrûpayê (TJKE) ve hatî amadekirin hat xwendin. Di daxuyaniya TJKE’ yê de hat destnîşan kirin ku 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatîn qetilkirin parçeyek ji vê têkoşînêye û wek Mirabel wan jî ji bo mafê gelan parastin hatin qetilkirin.

Li paytext Viyana ya Awûstûrya yê jî  bi tevlîbûna jinên Awûstûryayî, penaber û Jinên Kurd çalakî pêk hat. Jinên Kurd bi posterên 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin beşdar bûn. Jinên Kurd li ber Îstasyona Rojava daxuyniyek dan. Di daxuniya li vê de rê hatî kirin de di serî de Tirkiye û hemû rejîmên paşketî û zayendî hatin şermezar kirin. Çalakî bi sloganên “ Jin jiyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû.
Li bajarê Almanyayê Hannover ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê jinên Kurd, Alman û Tirk hatin gel hev û mitîngek lidarxistin. Nûnerên Komîsyona Meclisa Jinên Hannoverê, MLPD, Courage, Jinên Nû û Yeketiya Jinên Sosyalist beşdarî meşê bûn.

 VIYANA/STRASBOURG