Meclîsa Gel a Navçeya Cindirês a Efrînê bi alîkariya komîteya têkiliyên biratiya Kurd û Ereban ji bo avakirina meclîsa gel a gundê Til Silorê civînek li darxist. Civîn bi beşdariya dehan ji şêniyên gund bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre serokê Meclîsa Gel a Navçeya Cindirêsê Xelîl Ebas li ser girîngiya biratiya gelan axivî û bal kişand ser peyam Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga wî ji bo biratiya gelan. Ebas, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina meclîsan û rola wê di rêvebirina civakê de. Seroka komîteya têkiliyên biratiya Kurd û Ereban li herêma Efrînê Henaa Selîm jî encam nameya konferansa biratiya Kurd û Ereban ku beriya niha li Bajarê Efrînê hatibû lidar xistin xwend.
Di dawiya civînê de Komîteye Birêvebirê ku ji 5 kesan pêk tê, Komîteya Lihevanînê ku ji 7 kesan de pêk tê û Komîteya Ewlehiyê ku ji 8 kesan pêk tê hatin avakirin. Hemû endamên komîteyan ji Kurd û Ereban pêk tên. Her wiha 4 kes ji bo dîwana meclîsa gund û serokê meclîsa gel a gund hatin helbijartin.
ANHA/EFRÎN